Kremlîn: Pûtîn biryara destpêkirina tedbîqatên ‘bersiva stratejîk’ da

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn biryara destpêkirina tedbîqatên bi moşekên balîstîk daye.

Kremlîn: Pûtîn biryara destpêkirina tedbîqatên ‘bersiva stratejîk’ da
19 sibat, 2022   13:03
NAVENAD NÛÇEYAN

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov îro bi daxuyaniyeke çapemeniyê got: "Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn biryara destpêkirina tedbîqatên girêdayî bersivdayîna stratejîk a bi moşekên balîstîk da."

Peskov destnîşan kir ku Pûtîn bi hempîşeyê xwe yê Belarûrê Aleksander Lukashenko çavdêriya tedbîqatan dike.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê beriya niha ragihandibû ku amadekariya tedbîqatan dikin û hêzên bejahî û hewayî cihê xwe tê de girtiye.

(eh)