Li Qamişloyê pêşangeha ‘Serboriyên Hunerî’

Li Qamişloyê pêşangeha wêneyan a bi navê ‘Serboriyên Hunerî’ dest pê kir. Di pêşangehê de berhemên  şêwekar Ekrem Bekir, Kolos Silêman, Zavê û Siud Şêxo tên pêşandan.

Li Qamişloyê pêşangeha ‘Serboriyên Hunerî’
Li Qamişloyê pêşangeha ‘Serboriyên Hunerî’
Li Qamişloyê pêşangeha ‘Serboriyên Hunerî’
Li Qamişloyê pêşangeha ‘Serboriyên Hunerî’
Li Qamişloyê pêşangeha ‘Serboriyên Hunerî’
Li Qamişloyê pêşangeha ‘Serboriyên Hunerî’
Li Qamişloyê pêşangeha ‘Serboriyên Hunerî’
Li Qamişloyê pêşangeha ‘Serboriyên Hunerî’
19 sibat, 2022   12:59
QAMIŞLO

Berhemên hunermend Ekrem Bekir, Kolos Silêman, Zavê û Siud Şêxo li Navend Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê di pêşangeha bi navê ‘Serboryiên Hunerî’ de tên nîşandan.

Di vekirina pêşangehê de hezkiriyên hunerê, her wiha hunermendên ji herêma Cizîrê jî amade bûn. Beriya vekirinê hunermend Ekrem Bekir axivî û spasiya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê kir ku piştgiriya wan kiriye û diyar kir ku wan pêşangeh ji bo piştgiriya şêwekar û hunermendan vekiriye.

Piştî axaftina hunermend, hevseroka Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Mariya Aho pêşangeh vekir.

Der barê pêşangehê de hunermendê ji Hesekê Kolos Silêman ji ajansa me re axivî. Silêman got: "Ez berhemên xwe bi yên 3 hevalên xwe re di vê pêşangehê de bi sponseriya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê nîşan didim. Ji bo ku em tecrubeyên xwe yên hunerî bi gelê xwe re parve bikin, me ev pêşangeh li dar xist. Divê hunermend nebêjin derfetên min nîn in. Heta şêwekarek ku tu amûrên xwe yên madî tune bin jî, dikare bi pênûsa reş bixebite da ku hunera xwe nîşan bide.”

Pêşangeha ‘Serboriyên Hunerê’ dê ji saet 11.00’an heta 16.00'an vekirî be û heta 21'ê Sibatê dewam bike.

ANHA