Piştî Donetskê li Luhanskê jî seferberiya giştî hate ragihandin

Piştî Komara Donetskê îro Komara Luhanskê ya alîgirê Rûsyayê jî seferberiya giştî ragihand.

Piştî Donetskê li Luhanskê jî seferberiya giştî hate ragihandin
19 sibat, 2022   09:56
NAVNDA NÛÇEYAN

Li gorî raporên çapemeniyê yên Rûsyayê, serokê Komara Luhanskê Leonid Pasechnik seferberiya giştî ragihand û hemû saziyên ewlehiyê hişyar kirin.

Armanca biryara seferberiya giştî ew e ku li hemberî êrişên hêzên Ukraynayê rawestin.

Her wiha hate xwestin ku kesên temenê wan di navbera 18 û 55 saliyê de, ji komarê dernekevin.

Serokê Komara Donetskê ya alîgirê Rûsyayê ya li rojhilatê Ukraynayê jî seferberiya giştî ragihandibû.              

Rayedarên Ukraynayê jî da zanîn ku roja şemiyê hêzên cudaxwaz ên li rojhilatê welat 12 caran agirbest binpê kiriye.

(dx)