Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî bi wezîrê parastinê yê Tirk re civiyan

Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî li Munîhê ya Almanyayê bi wezîrê parastinê yê Tirk Hulusî Akar re civiyan. Herî dawî dewleta Tirk 1’ê Sibatê êrişî Mexmûr, Şengal û Rojava kiribû û roja 2’yê Sibatê jî Nêçîrvan Barzanî li Enqereyê bi Erdogan re civiyabû.

Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî bi wezîrê parastinê yê Tirk re civiyan
19 sibat, 2022   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN 

Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh li Almanyayê di Konseya Ewlehiyê ya Munîhê de bi wezîrê parastinê yê Tirk Hulusî Akar re civiya. Akar li ser vê civînê daxuyaniyek da û got li ser hevkariya “têkoşîna li dijî terorê” civiyane. Piştî wê serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bi Akar re civiya.

Hulusî Akar li gel wezîrê karên derve yê Iraqê Fûat Huseyîn re jî civiya lê ne Akar û ne jî Huseyîn li ser naveroka civînê tu daxuyanî nedan. Li gorî agahiyên berdest li ser hevkariya bi dewleta Tirk re nîqaş hatine kirin.

Her wiha Nêçîrvan Barzanî bi telefonê li wezîrê karên derve yê Tirk Mevlut Çavuşoglu re axivî. Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ev got: “Ez bi dostê xwe wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re axivîm û hêviya başbûna zû jê re xwest, ji ber nexweşiya Koronayê. Ez kêfxweş bûm ku moralê wî bilind e. Me her wiha behsa rewşa Iraqê kir.”

Beriya êrişa dawîa a li ser Mexmûr û Şengalê jî Nêçîrvan Barzanî li Tirkiyê bû. Çi dema endamên malbata Barzanî bi rayedarên Tirk re dicivin, li ser Rojava, Şengal, Mexmûr an jî Herêmên Parastinê yên Medyayê êriş pêk tên.