Bexda û Şam têkildarî vekirina deriyên sînor axivîn

Piştî konferansa 32’yemîn a Yekitiya Parlamentoya Ereb, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed El-Helbûsî, cîgirê serokê parlamentoya hikumeta Şamê Mihemed Ekrem El-Eclanî, pêşwaz kir. Her duyan li ser vekirina deriyên sînor di navbera her du welatan de nîqaş kir.

Bexda û Şam têkildarî vekirina deriyên sînor axivîn
18 sibat, 2022   14:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Ragihandinê ya serokê parlamentoya Iraqê bi daxuyaniyekê got: "Her du aliyan rewşên giştî û têkiliyên dualî yên her du welatan, hevkariya parlamentoyê bi rêya aktîfkirina dîplomasiya parlamentoyê ji bo mijarên xwedî girîngiyeke hevbeş nîqaş kirin. Da ku berjewendiya her du gelên bira pêk bîne û Iraqê destekê dide ewlehî û îstîqrara Sûriyê."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku her du aliyan hevkariya vekirina deriyên sînor di navbera her du welatan de, destpêkirina gavên pratîkî û rakirina astengiyên di navbera her du aliyan de da ku jinûve deriyên sînor werin vekirin nîqaş kirin.

(fr)