​​​​​​​Rojnameyên erebî: Hikumeta Şamê pîşesaziya Sûriyê bi biryarên xwe tengav kir

Rojnameyên erebî vê sibê girêdayî biryarên hikumeta Şamê, dosyaya xêzkirina sînorên deryayî di navbera Îsraîl û Lubnanê de û diyarkirina tevgera Hemasê wek rêxistineke terorîst nivîsandin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Hikumeta Şamê pîşesaziya Sûriyê bi biryarên xwe tengav kir
18 sibat, 2022   08:58
NAVENDA NÛÇEYAN

‘BIRYARÊN HIKUMETA ŞAMÊ JI BO PÎŞESAZIYA MAYÎ GEF IN’

Têkildarî rojeva Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Li gel ku pîşesazên Sûriyê bi hemû hêza xwe hewl didin di sûka xwecih de xwe li ser lingan bigirin, lê hikumeta Şamê bi rêya bacên zêde û dûrxistina vê beşê ji alîkariyan, armanc dike budçeya xwe ya giştî dabîn bike.

Ruxmî pêşangehên pîşeyî ku li bajarên sereke tên lidarxistin, lê li gorî pîşesazekî sûrî, rewşa li ser erdê cuda ye. Rewşa pîşesaziyê gelekî xirab e û her ku diçe xirabtir dibe. Hikumetê destek dida pîşesaziyê, lê niha tenê bacan ferz dike da ku kêmasiya di budçeya xwe de temam bike. Heman pîşesazî diyar kir ku siyaseta aborî û biryarên nelirê û bêmentiq, li ser pîşesaziyê bûne gef.

Tê payîn ku piştî dûrxistina beşeke mezin ji alîkariyan, nirxên kel û pelan zêde bibin. Nexasim madeyên ku bi rêya sotemeniyê tên hilbarandin mîna cam, çîmento, karton, seramîk, qermît, madeyên paqijiyê, dezî (ta), caw, hesin û konserwe biha bibin.”

‘LUBNAN Û ÎSRAÎL DOSYAYA XÊZKIRINA SÎNORÊN DERYAYÎ ÇARESER DIKIN’

Der barê vê mijarê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Çavkaniyên îsraîlî ku agahiyên xwe dispêrên rayedarên payebilind ên pergala ewlehiyê, got piştî ku Hizbullaha Lubnanê bi awayekî neeşkere domandina diyalogan erê kir, êdî rê vekirî ye ku lihevkirineke deryayî di navbera Îsraîl û Lubnanê de bi navbeynkariya Amerîkayê pêk were.

Siyasetmedarên lubnanî hêvî dikin ku madeyên hîdrokarbondîoksît ên li deryayê dê welêt ji bin barê deynan xilas bike. Her wiha dê her du welat ji gaza li herêma nakok sûdê bigirin û dê Lubnan ji aloziya xwe ya aborî xilas bibe.

Li gorî lihevkirinê, dê şîrketên enerjiyê yên navneteweyî mafê lêgerînê û derxistina gazê bi dest bixin û dê her du welat bi navbeynkariya aliyeke navneteweyî, rêjeya qezencê ya her yekê diyar bikin.”

‘AWISTRALYAYÊ HEMAS WEK RÊXISTINEKE TERORÎST QEBÛL KIR’

Rojnameya El-Beyan jî îro wiha nivisî: “Awistralyayê duh ragihand ku dê Hemasê û baskên wê yên siyasî û leşkerî wek rêxistinên terorîst bi nav bikin.”

Wezîra karên hundir a Awistralyayê Karen Andrews têkildarî mijarê got: “Nêrînên Hemas û komên tundraw ên din ên ku ketin lîsteyê, gelekî metirsîdar in. Cihê vê baweriya tundraw li Awistralyayê tune ye.”

(şx)