​​​​​​​Cemîle Îbrahîm: Azadiya rêber Ocalan azadiya me û tevahiya gelan e

Endama rêveber a Akademiya Şehîd Îsmaîl Musa ya Minbicê Cemîle Îbrahîm got "Dewletên modernîteya kapîtalîst, sedema dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan û berdewamkirina wê ne, ji ber ku dizanin gel dê yekitiya xwe ava bike û bi saya fikrên Rêbertî azadiya xwe bi dest bixe.”

​​​​​​​Cemîle Îbrahîm: Azadiya rêber Ocalan azadiya me û tevahiya gelan e
18 sibat, 2022   02:45
MINBIC

Bi boneya salvegera 23`yemîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ku 15`ê Sibata 1999`an li paytexta Kenyayê dîl hate girtin, endama rêveber a Akademiya Şehîd Îsmaîl Musa Cemîle Îbrahîm ji ajansa me re axivî.

Cemîle Îbrahîm der barê Komploya Nanveteweyî de wiha axivî: "Bi armanca têkbirina berxwedan û têkoşîna gelan, rêber Abdullah Ocalan hate dîlgirtin da ku fikrên wî di nava dîwarên girtîgehê de sînordar bimîne. Di heman demê de tê wateya şerê li dijî jin û ciwanan da ku di bin kontrola dewletê de bimînin.”

Cemîle Îbrahîm anî ziman ku komploger negihaştin meqsed û armanca xwe û wiha dewam kir: "23 sal di ser dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan re derbas bûn, lê fikirên wî azad man û hêviyê ji hemû gelên li Rojhilata Navîn re çêdike, ruxmî vê yekê divê adalet û azadiya fîzîkî ya Rêbertî were mîsogerkirin û rewşa wî ya tenduristî li ber çavan were girtin.”

Cemîle Îbrahîm wiha pê de çû: "Êdî her kes dizane ku destê dewletên modernîteya kapîtalîst di dîlgirtina Rêbertî de heye, bi vê planê modernîteya kapîtalîst dixwaze parçebûn û şerê navxweyî li Rojhilata Navîn bi pêş bixe, ji ber ku dizane ew ê gel yekitiya xwe ava bike û bi saya fikrên Rêbertî dê azad bibe û planên wan têk bibin.”

‘RIZGARKIRINA RÊBERTÎ TÊ WATEYA RIZGARKIRINA ME Û HEMÛ GELAN’

Cemîle Îbrahîm îşaret bi metirsiya desthilatdaran ji fikirên rêber Ocalan kir û wiha dewam kir: "Çi kesên banga azadiyê bike, desthilatdar wan dîl digirin, ji ber ku planên wê têk diçin. Mînaka vê yekê jî dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan e ku banga biratiya gelan û yekitiyê dike."

Têkildarî projeya neteweya demokratîk jî Cemîle Îbrahîm got: "Ev proje li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate pêkanîn, bi saya wê jinan xwe bi pêş xist, her wiha di qadên siyasî, çandî û aborî de îsbata xwe kir, lewma azadiya rêber Abdullah Ocalan tê wateya rizgarkirina me û hemû gelan."

Cemîle Îbrahîm bang li civata navneteweyî kir ku li dijî faşîzma Tirk helwestekê nîşan bide, da ku tecrîda li ser wî rabe, adalet û azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan mîsoger bibe.

Endama rêveber a Akademiya Şehîd Îsmaîl Musa ya Minbicê Cemîle Îbrahîm destnîşan kir ku belavkirina fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan, garantiya adalet û wekheviya tevahiya gelan e.

(eh)

ANHA