PYD'ê li Kobanê civîn ji gel re li dar xistin

Rêxistina PYD'ê ya herêma Firatê, geşedanên siyasî, aborî û leşkerî li herêmê ji gel re şîrove kir.

PYD'ê li Kobanê civîn ji gel re li dar xistin
17 sibat, 2022   17:21
KOBANÊ

Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Herêma Firatê, tora duyemîn a rêzecivînên ji gel re da destpêkirin. Civîn li gundên Boraz, Aşme, Zekeriya, Torman, Digurman, Îlçax, Ewniye, Zerik û Qasimiyê yên rojavayê bajarê Kobanê bi amadebûna bi dehan şêniyan hatin lidarxistin.

Di civînê de rewşa siyasî û aborî ya herêmê, çawaniya bersivandina êrişên derve û hewldanên derbekirina ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin nirxandin.

Di civîna li navçeya Qenaya de endamê rêveber ê Zanîngeha Kobanê Ebdurehman Demir axivî, astengiyên li ser herêmê û hewldana hin dewletan, di serî de dagirkeriya Tirk ku projeya demokratîk têk bibin, şîrove kirin.

Ebdurehman Demir wiha got: "Herêm bi her tiştî dewlemend e û pêdiviya wê bi xebata welatiyên wê heye ku van derfetan bi kar bîne. Bi hevgirtinê em dikarin şerê li ser me ku bi rêya dorpêça aborî yan jî bi rêya yekser pêk tên, bi bin bixin."

Li aliyekî din jî cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Emîne Bekir di civîna li gundê Zekeriya çêbûye de axivî û bang li welatiyan kir ku biherikin qadan û wiha domand: "Hêzên desthilat ên ku li pêş çarenûsa herêmê sekînine li lawazan nayên rihmê. Dem hatiye ku gelê herêmê axaftina li hember van hêzan bike û mafên xwe yên milkiyeta vê xakê ku bi rêya fedekariya şehîdên xwe parastiye, îsbat bike."

Bi van rêzecivînan, PYD’ê li rojavayê Kobanê rêzecivînên xwe bi dawî kirin. Tê payîn ku di rojên bê de dê civîn li gundewarên başûrê Kobanê li dar bikevin.

(fr)

ANHA