Civîna salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi dawî bû

Civîna salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Cizîrê bi dawî bû.

Civîna salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi dawî bû
Civîna salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi dawî bû
Civîna salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi dawî bû
Civîna salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi dawî bû
Civîna salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi dawî bû
17 sibat, 2022   17:52
HESEKÊ-MEHMÛD UBEYD

Tevgera Ciwanên Şoreger a Sûriyê ya Herêma Cizîrê bi diruşma "Werin cenga azadiyê" bi beşdariya 200 delegeyan ji bajar û navçeyên herêma Cizîrê civîna xwe ya salane li dar xist. Civîna li Hola Reşo ya bajarê Hesekê hate lidarxistin.

Civîn ji aliyê endama rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Cizîrê Newroz Hec Elî, endama rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Hesekê Besma Mihemed û endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşgera Sûriyê ya Hesekê Nîştiman Hesekê ve hate birêvebirin.

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yûsif axivî û behsa rewşa siyasî ya li welat, şerê taybet ê li dijî Rêveberiya Xweser û rola ciwanên şoreşger di rêxistinkirina civakê de kir.

Foza Yûsif wiha got: "Pêwîst e girîngiyê bidin tevgera ciwanan û tevgera ciwanan di tevahî aliyan de xwedî bandor be. Her wiha divê hemû heta bi hezaran beşdarî wê bibe. Ji lew re divê ciwan rêxistina xwe xurt bikin ku hêza bersivdanê be û tevahî planan têk bibin. Ev jî li ser milê tevahî gel e bi taybet li ser ciwanên şoreşger e. "

Foza Yûsif diyar kir ku li hemberî şerê taybet divê gel bê hişyarkirin û wiha pê de çû: "Armanca şerê taybet ew e ku pêkhateyên herêmê li hemberî hev rabin û fitne di navbera wan de werin afirandin. Lê li hemberî vê yekê divê têgeha şerê gel ê şoreşger were şîrovekirin û gel bi awayekî aktîf bê birêxistinkirin. Heke ne ji hevkariya gel bi QSD’ê re bûya komploya dawî ya li ser herêmê bi bin nediket. "

Foza Yûsif îşaret pê kir ku divê ciwan, bi taybet jinên ciwan li ser bikaranîna çekê werin perwerdekirin û wiha axaftina xwe domand: "Divê yekîneyên Hêzên Parastina Civakê werin xurtkirin, divê hemû beşên civakê têkildarî xeteriya merheleyê werin perwerdekirin. Ji ber ku tu nîşaneyên çareseriyê li herêmê tune ne, ji ber wê divê em xwe bi rêxistin bikin û tevlêbûna nava QSD'ê zêde bikin û pêş bixin."

Foza Yûsif di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser êrişên li ser girtîgeha Sînaa û hewldana revandina bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê û got: "Ew komployeke mezin û fireh bû û armanca wê derxistina fitneyan di navbera pêkhateyên sereke yên herêmê de bû. Hatibû plankirin girtîgeha Xiwêranê kontrol bikin û xwe bi rêxistin bikin û bi rêya speakeran di mizgeftan de serkeftina xwe ragihînin û piştre malbatên li Holê rizgar bikin, projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser derbe bikin.''

Li ser pêwîstiya rêxistinê, Foza Yûsif ev tişt got: "Divê em xwe bigihînin xwendekar, şivan, karker û her xort û keçekê ku bi rêxistin bikin, da ku dijmin xwe negihîne wan û divê em valahî tune be ku çi alî wê bi kar bîne. Divê armancên sabit hebin ku em bikaribin berdewam bikin. Her wiha divê ciwan li her qadan beşdar bibin û em ne tenê xwedî helwestên siyasî bin, lê belê civakî jî bin.''

Piştî axaftina Foza Yûsif, sînevîzyonek li ser komploya navneteweyî ya li ser rêber Ocalan hate pêşandan.

Dûvre rapora salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Cizîrê hate xwendin û nîqaşkirin û civîn bêyî encamnameyekê bi dawî bû.

Têkildarî bernameya xebata Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya Herêma Cizîrê ya îsal, endama rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger Besme Mihemed ji ajansa me re axivî û wiha got: "Divê girîngiyê bidin rewşa rêxistinî, nasandina civakê bi ciwanên şoreşger, şerê gel ê şoreşgerî û aktîfkirina xweparastinê. "

(fr)

ANHA