Gelo Moskov û Pekîn li ser çi hevkar in?

Moskov û Pekîn hewldana avakirina yekitiyê dikin da ku li hember berfirehbûna NATO`yê û hevkariya ewlehiyê ya di navbera Amerîka û hêzên Rojava de, parastina berjewendiyên xwe bikin. Nicholas Heras diyar kir ku her du dewlet hevkar in lê ne hevalbend in û got “Dibe ku careke din di rikeberiyê de bi bin bikevin, lê hevkariya wan dê berdewam bike."

Gelo Moskov û Pekîn li ser çi hevkar in?
18 sibat, 2022   05:13
NAVENDA NÛÇEYAN - GÎVARA ŞÊX NÛR

Di serdema şerê sar ê di navbera Yekitiya Sovyetan û Amerîkayê de, dijminatî di navbera Çîn û Yekitiya Sovyetê de çêbû. Lê vî şerî dirêj nekir û di dawiyê de Sovyet parçe bû û Rûsyaya Federal li ser bermahiyên wê yekitiyê ava bû.

Di navbera Çîn û Rûsyayê de têkiliyeke nû derket holê, di encamê de sala 1996`an hevkariyeke stratejîk çêbû ku sala 2010`an jî bi pêş ket û bû hevkariyeke giştî.

Di çarçoveya hevkariya stratejîk de, têkiliyên di navbera her du welatan de di warên aborî û ewlehiyê de xurttir bûn. Gelek lêkolîner diyar dikin ku ev têkilî dê hêza leşkerî ya her du welatan xurttir bike û dê bibe tovika avakirina hevbendiyekê ku li ser berjewendiyên Amerîka û Rojava bibe gef.

Çîn û Rûsya ji bo ku hevkariya xwe bi pêş bixin, hewl didin nakokiyên dîrokî yên berê deynin aliyekê. Ev yek di hevdîtina serokê Çînê Xi Jinping û hempîşeyê wî yê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de di roja yekemîn a destpêkirina Olîmpiyatên Pekînê de bi awayekî zelal diyar bû. Her du welat armanc dikin li pêşiya dijminê hevbeş anku DYA`yê bisekinin ku hewl dide tevliheviyan ji her du welatan re bi rêya Ukraynayê ku dijminê Moskovê ye û Taywanê ku dijminê Pekînê ye, derxe.

Serokê Rûsyayê û yê Çînê di hevdîtinê de ji bo têkiliyên navneteweyî û sînordarkirina hegemonyaya DYA`yê, banga destpêkirina serdemeke nû kir, di heman demê de her du serokan hevkariyeke nediyar ragihand.

Di daxuyaniya hevbeş a Moskov û Pekînê de ev hate gotin: "Di pêşerojê de em li dijî berfirehbûna NATO`yê ne."

Pekîn tev li daxwaza Rûsyayê bû, da ku Ukrayna di NATO`yê de cih negire, Rûsyayê jî piştgiriya helwesta Pekînê kir ku Taywan beşeke Çînê ye.

Moskov û Pekîn hewl didin yekitiyekê ava bikin da ku li rê li pêşiya pêşketina NATO`yê û şîrketên ewlehiyê bigirin ku Rojava serkêşiya wan dike ku ji Awustralya, Hindistan, Japonya û DYA’yê pêk tên.

Pûtîn serdana Pekînê kir ji bo pêşxistina peymaneke nû ya gazê bi Çînê re bi nirxê 117,5 milyar dolarî û soz da ku hinardekirina Rûsyayê jê re zêde bike.

Rûsya ku sêyemîn mezintirîn dabînkera gazê ya Pekînê ye, têkiliyên xwe bi Çînê re, ku mezintirîn mezêxera enerjiyê ya cîhanê ye, xurt dike. Rûsya bi vê yekê girîngiyê nade muşteriyên ewropî.

Ewropa bi giranî xwe dispêre gaza Rûsyayê, lê heke Rûsya destwerdana Ukraynayê bike, dibe ku Almanya dev ji projeya gazê ya Nord Stream 2 berde ruxmî ku bi awayekî mezin gazê ji Rûsyayê digire. DYA`yê ragihand ku dibe ku Rûsyayê ji pergala navneteweyî ya SWIFT derxe. Rûsya jî ji bo kêmkirina van gefan, dixwaze rêyekê din ji bazirganiya xwe re veke lê bi aliyekê ku ji Rojava dûr e. Ji ber wê berê xwe daye Pekînê.

Pisporan da zanîn ku dibe ku Çîn û Rûsya bibin yek û aliyên vê yekitiyê jî Rêxistina Hevkariya Şangayê be. Ev peymaneke ewlehiyê ya herêmî ye ku ji Rûsya û Çînê pêk tê û li hember NATO`yê hevbendiyeke leşkerî ya nû ye.

/kr/uploads/files/2022/02/17/175347_-.webp

Lêkolînerê payebilind ê Enstîtuya Newlines Nicolas Heras ji ajansa me re axivî û got: "Rûsya û Çîn ne hevalbendên nêzî hev in, lê bi kêmanî heya niha ew li hember DYA`yê şirîk in.

Heras têkildarî armancên vê hevkariyê got Rûsya û Çîn dixwazin bi rêya vê hevkariyê dîsa teqezî li hegemonyaya xwe ya li ser herêmên derdora xwe bikin, bi taybet li dijî pergala ku Amerîka piştgiriya wê dike. Hevkariya wan, van armancan xurttir dike.

Nicholas Heras wiha dom kir: "Lê Rûsya û Çîn jî hevrik in û ji hev bawer nakin. Ev tê wê wateyê ku her du welat bi qasî ku ew ê hevkariya xwe bidomînin, dibe ku vegerin hevrikiyê jî."

(eh-dx)

ANHA