Li Tebqayê şehîdên mehên Çile û Sibatê hatin bibîranîn

30 cangoriyên azadiyê  yên mehên Çile û Sibatê li Tebqayê hatin bibîranîn.

Li Tebqayê şehîdên mehên Çile û Sibatê hatin bibîranîn
Li Tebqayê şehîdên mehên Çile û Sibatê hatin bibîranîn
Li Tebqayê şehîdên mehên Çile û Sibatê hatin bibîranîn
Li Tebqayê şehîdên mehên Çile û Sibatê hatin bibîranîn
Li Tebqayê şehîdên mehên Çile û Sibatê hatin bibîranîn
Li Tebqayê şehîdên mehên Çile û Sibatê hatin bibîranîn
17 sibat, 2022   16:59
TEBQA

30 şehîdên mehên Çile û Sibatê, bi merasîmekê li goristana Şehîdan a rojavayê bajarê Tebqayê hatin bibîranîn. Malbatên şehîdan, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî di merasîmê de amade bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dsest pê kir, paşê mûm li ber wêneyên şehîdan hatin vêxistin.

Hevserokê Desteya Karûbarên Hundirîn a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El-Maşî axivî û got: "Em ê li ser xeta şehîdan bimeşin, ku bi saya fedekariyên wan hemû planên li ser herêmê hatin têkbirin."

Hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Ebdulezîz El-Esker jî banga parastina destkeftiyên şehîdan kir û got: "Em ê xeta şehîdan bidomînin da ku bi armanî û ewle di Sûriyeke yekbûyî, demokratîk û pirrengî de bijîn."

Piştî axaftinan sînevîzyoneke li ser şehîdên mehên Çile û Sibatê hate pêşandan.

Merasîm bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA