​​​​​​​Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya beşî bi dawî kir

Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryarnameyekê qedexeya beşî ya li herêmê bi dawî kir. Lê qedexe li Hesekê, Hol û Dêrazorê dewam dike.

​​​​​​​Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya beşî bi dawî kir
17 sibat, 2022   13:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryarnameyek da û tê de qedexeya beşî bi dawî kir ku piştî êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya li Xiwêran a Hesekê îlan kiribû. Ev biryar ji bo Hesekê, Hol û Dêrazorê ne derbasdar e.

Biryarname wiha ye:

“Ji ber şert û mercên îstîsna yên ku herêm tê re derbas dibe, hewldanên hêzên tarî ku ewlehiya herêmê têk bibin û jiyana aştiyane tune bikin, şaneyên terorê êrişî girtîgeha Sînaa ya li Hesekê kir. Di encamê de gelek tedbîrên ewlehiyê hatin girtin. Di nav de qedexeya beşî û tedbîrên din hene. Hêzên ewlehiyê û yên leşkerî ragihand ku ew amade ne li hember terorê bisekinin û ewlehiya herêmê û gelê xwe biparêzin. Gelê me jî îsbat kir ku piştevanê herî mezin ê van hêzan e ku piştgiriya hêzên me kirin.

Li ser vê esasê ev biryar hatin dayîn:

Qedexeya beşî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji îro ve tê bidawîkirin. Tenê Hesekê, Hol û Dêrazorê ji vê biryarê tên îstîsnakirin.

Li Hesekê, Hol û Dêrazorê heta demeke nediyar qedexeya beşî dê berdewam bike.

Qedexeya beşî li Hesekê, Hol û Dêrazorê ji saet 18:00`an heta 06:00`an e.

Ev biryar ji bo saziyên xizmetguzariyê yên mîna firin, aş, sotemenî, şaredarî û navendên tenduristiyê ne derbasdar e.”

(şx)