Dewleta Tirk 150 çeteyên din dişîne Lîbyayê

SOHR`ê diyar kir ku 150 çeteyên dewleta Tirk di deriyê sînor Hawar Kilîs re derbasî Tirkiyê bûne da ku piştre wan bişînin Lîbyayê.

Dewleta Tirk 150 çeteyên din dişîne Lîbyayê
17 sibat, 2022   13:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) 150 çeteyên Mihemed El-Fatih ên girêdayî çeteyên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê bi rêya deriyê sînor ê Hawar Kilîs ê li bakurê Helebê derbasî Tirkiyê bûn û dê piştre bişînin Lîbyayê.

Her wiha dê 150 çete ji Lîbyayê vegerin Tirkiyê û dê piştre derbasî Sûriyê bibin.

Ruxmî hewldanên navneteweyî ji bo çareserkirina aloziya Lîbyayê, lê dewleta Tirk astengkirina wan hewldanan didomîne.

(şx)