Li bajarê Rûbat Kerîm ê Îranê teqîn: 9 kes mirin

Li bajarê Rûbat Kerîm ê Îranê di avahiyekê de teqînek çêbû. Di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li bajarê Rûbat Kerîm ê Îranê teqîn: 9 kes mirin
17 sibat, 2022   11:55
NAVENDA NUÇEYAN

Gerînendeyê Heyva Sor Şahîn Fethî ji televîzyona dewletê ya Îranê re got: "Êvara çarşemê li bajarê Rûbat Kerîm ê li başûrê paytext Tehranê di avahiyekê de teqînek çêbû."

Fethî ragihand ku di encama teqînê de 9 kesan jiyana xwe ji dest daye, 9 kes jî birîndar bûne. Li gorî televîzyonê ji kesên jiyana xwe ji dest daye, 6 jin in.

Fethî ragihand ku piştî teqînê avahiya hilweşiyaye û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê piştî 11 saetan bi dawî bûne. Hate ragihandin ku teqîn ji ber gazê çêbûye.

Rûbat Kerîm bajarekî xizan ê Îranê ye û 100 hezar nifûsa xwe heye.