​​​​​​​Civîna salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger dest pê kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Cizîrê civîna xwe ya salane bi tevlêbûna 200 delegeyan li dar dixe.

​​​​​​​Civîna salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger dest pê kir
17 sibat, 2022   12:07
HESEKÊ

Îro li bajarê Hesekê Tevgera Ciwanên Şoreşer a Herêma Cizîrê, civîna xwe ya salane li dar dixe. Di civînê de dê kar û xebatên sala derbasbûyî werin nîqaşkirin û plansaziya îsal were diyarkirin.

Civîn li Hola Reşo ya Hesekê bi beşdariya 200 endamên tevgerê bi rê ve diçe.

Civînê dê rojekê dewam bike û tê de rapora salane were nîqaşkirin û plansaziya îsal were çêkirin.

(eh)

ANHA