Biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya derbarê petrola Başûrê Kurdistanê de dikeve meryetê

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê diyar kir ku Wezareta Petrolê ya Iraqê hatiye erkdarkirin ku ji bo pêkanîna biryara Dadgeha Federal  hemahengiyê li gel herêma Başûrê Kurdistanê û kompanyayê welatên hilberîna petrolê dike bike.

Biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya derbarê petrola Başûrê Kurdistanê de dikeve meryetê
16 sibat, 2022   15:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeha Federal a Iraqê li ser giliyê ku hin parlementerên Iraqê li ser firotina petrola herêma Başûrê Kurdistanê ya bi awayek serbixwe ji aliyê hikûmeta herêmê ve tê kirin, duh civiya û biryar da.

Dadgehê biryara dawî li ser giliyên hatî kirin da û ragihand, yasaya petrol û gazê ya herêma Başûrê Kurdistanê derveyî destura Iraqê ye. Dadgehê diyar kir  ku firotina petrol herêmê ya bi awayê serbixwe tê kirin, ne yasayî ye.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, îro Ecmûmena Wezareta Asayîşa Niştimanî di bin serokatiya Mistefa Kazimî de civiya û Wezîrê Petorlê jî tevlî bûye.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de biryara Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ya derbarê petrol herêma Başûrê Kurdistanê  de û çend mijarên din hatine nîqaşkirin.

Ofîsa Serokwezîrê Iraqê diyar kir ku Wezareta Petrolê ya Iraqê hatiye erkdarkir ku ji bo pêkanîna biryara Dadgeha Federal  hemahengiyê li gel herêma Başûrê Kurdistanê û kompanyayê welatên ku hilberîna petrolê dike, bike, da ku li gorî bendên destûrê û berjewendiyê bilind ên welat biryara Dadgeha Bilind a Federal pêk bînin.