​​​​​​​QSD: Terorîstekî xeternak hate kuştin û yek jî hate girtin

Di operasyênên QSD'ê de çeteyekî xeternak ê DAIŞ'ê hate kuştin û yek din jî hate girtin.

​​​​​​​QSD: Terorîstekî xeternak hate kuştin û yek jî hate girtin
16 sibat, 2022   14:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ferhad Şam bi tewittekê w ragihand ku Hêzên Taybet ên QSD’ê li Dêrazorê du operasyîn ewlehî yên serkeftî li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê pêk anîn û got: " Di operasyona yekemîn de serçeteyê terorîst ê xeternak ê bi navê Ebû Hemze Şamiye hate kuştin ku berpirsê planên terorîst û pêkanîna wan. Di operasyona duyemîn de hêzên me terorîstê bi navê Şukrî Kemal Xelîl ê berpirsê belavkirina çek, cebilxane û teqemeniyan li şaneyên terorîst girt."

 (fr)

ANHA