'Gefên li dijî Şengalê berdewama komploya navneteweyî ne'

Endama rêveber a Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava Sûad Hiso destnîşan kir ku gefên li dijî şêniyên Şengalê beşek ji komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan e. Her wiha diyar kir ku dijminên êzidiyan hewl didin wan qir bikin.

'Gefên li dijî Şengalê berdewama komploya navneteweyî ne'
16 sibat, 2022   00:39
ŞEHBA-ALAN REŞÎD

Fermandarê Tûgeya 20`an a artêşa Iraqê Esîr El-Rebî gef li ciwanên êzidî xwar ku heke wêneyên rêber Abdullah Ocalan hildin, dê wan bikuje. Her wiha diyar kir ku dê li dijî Rêveberiya Xweser a Şengalê û gelê wê hevkariya dewleta Tirk bike.

Di heman rojê de, hêzên girêdayî Mistefa Kazimî meşa ciwanên Şengalê ya li dijî komploya 15'ê Sibatê ya ji Borikê ber bi Xanesorê ve asteng kir. Ji ber mudaxeleyên hêzên artêşa Iraqê ciwan neçar man beriya ku bighêjin Xanesorê meşa xwe bi dawî bikin.

Li aliyekî din hêzên Kazimî bi serkêşiya Esîr El-Rebîbî êriş birin ser standa pirtûk û wêneyên rêber Abdullah Ocalan ku ciwanên Şengalê orgenîze kiribû.

Têkildarî mijarê endama Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava Sûad Hiso ji ajansa me re axivî û Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd şermezar kir.

Sûad Hiso wiha got: “Aliyên navneteweyî di sêrî de dewleta Tirk a dagirker hewl dan civaka êzidî tune bikin. Di 2014`an de hêzên  artêşa Iraqê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) rê dan çeteyên DAIŞ`ê ku êrişî Şengalê bikin û komkujî li dijî gelê wê pêk bîne.”

Sûad Hiso wiha domand: “Ew alî heman siyasetê li dijî Rojava dimeşînin. Rojane Rojava tê hedefgirtin.” 

Sûad Hiso îşaret bi pêvajoya rizgarkirina Şengalê ji DAIŞ`ê û pêvajoya piştî wê kir û diyar kir ku ruxmî tunekirina DAIŞ`ê li Şengalê, lê dîsa bi komplo û êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker rû bi rû maye.

Sûad Hiso diyar kir ku fermandarekî artêşa iraqê gef li ciwanên êzidî xwar ku wêneyên rêber Abdullah Ocalan hilnedin.

Her wiha Sûad Hiso destnîşan kir ku ev gef ne nû ne û behsa lihevkirina di navbera hikumeta Kazimî û PDK`ê de ya di 9`ê Cotmeha 2020`an de ya li dijî vîna civaka êzidî kir û got ew lihevkirin berdewama komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan e û hewldana têkbirina destkeftiyên êzidiyan û qirkirina wan e.

Endama rêveber a Yekitiya Jinên Êzidî ya Rojava Sûad Hiso di dawiyê de banga mezinkirina têkoşîn û berxwedanê li hember siyasetên qirker û komploya navneteweyî ya domdar kir.

(şx)

ANHA