Emîne Osê: Em ê bi hemû derfetên xwe destekê bidin şêniyên Siweydayê

Emîne Osê diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweser ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, lê belê tecrubeyeke dikare ku li tevahî herêm û bajarê Sûriyê were pêk anîn. Emîne Osê bang li şêniyên Siweydayê kir ku xwe bi rêxistin bikin.

Emîne Osê: Em ê bi hemû derfetên xwe destekê bidin şêniyên Siweydayê
16 sibat, 2022   02:47
REQA – EHMED EL-ESAF

Beriya çend rojan li bajarê Siweydayê  yê Sûriyê xwepêşandan hatin lidarxistin. Di xwepêşandanan de banga başkirina rewşa debarê, peydakirina pêdiviyên jiyanî û rawestandina zextên saziyên ewlehiyê yên li ser gelê Sûriyê hatin kirin. Xwesteka herî girîng a şêniyên Siweydayê rêveberiya xweser e.

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê bal kişand ser projeya rêveberiya xweser û got: "Projeya rêveberiya xweser ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, lê belê tecrubeyeke dikarin li hemû herêmên ku li dijî sîstemên kapîtalîst radibin, were pêkanîn."

Emîne Osê ji ANHA'yê re axivî û got: "Şêniyên Siweydayê ji sala borî ve banga rêveberiya xweser dikirin,  lê  ji ber dezgehên çapemeniyê yên alîgirên rejîmê ev xwestek di qadan de derneket. Her gelek ku bikaribe xwe bi rêxistin bike û saziyên xwe biparêze dikare mafê xwe îsbat bike."

Emîne Osê îşaret pê kir ku xwestekên gel, peydakirina xizmetên civakî, aborî ye û xwesteka herî girîng xwebirêvebirin e. Emîne Osê got: "Li hemû herêmên rejîmê welatî ji ber nebaşbûna rewşa debarê zehmetiyan dibînin. Siweyda çirûska destpêkê bû û banga başkirina rewşê û rêveberiya xweser kir."

 ‘EM ÎSRAR DIKIN KU ALOZIYA HUNDIRÎN BI RÊYA DIYALOGÊ WERE ÇARESERKIRIN‘

Emîne Osê di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em di Rêveberiya Xweser de her tim îsrar dikin ku aloziya hundirîn bi rêya diyaloga sûrî were çareserkirin. Ji ber armanca sereke ya dewamkirina aloziya Sûriyê ku xwe gel xwe radestî rejîmê bike, rejîm dixwaze serweriya xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz bike û rewşê vegerîne mîna beriya sala 2011`an."

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku xwestekên gel maf û jiyaneke bi rûmet in û wiha pê de çû: "Em bi xwestekên şêniyên Siweyda û hemû gelên ku dixwazin xwe bi xwe birêve bibin re ne. Her tim em dibêjin ku em pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê destekê bidin hemû gelên ku dixwazin xwe bi xwe bi rêve bibin û saziyên xwe bi rêxistin bikin."

Emîne Osê di axaftina xwe de bang li şêniyên Siweydayê kir "Xwe bi rêxistin bikin, mekanîzmeya parastina saziyên xwe ava bikin, di daxwazên xwe yên mafên rewa de nêrîneke diyar ava bikin, nebin girêdayî ajindeyên derve û li pey komployan nekevin, ev ajinde bibe sedema binketina proje û xwestekên wan, ji ber vê girîngiya pêkanîna van tiştan dê armanc û projeyên wan biser bixin."

Emîne Osê wiha domand: "Ne bi rêya diyalogên sûrî be, asyonên çareserkirina aloziya Sûriyê hîn dûr in. Diyalog çareseriya yekan e. Her kesekî sûrî dixwaze bighêje sîstemeke demokratîk ne navendî. Ev xwesteka şêniyên me yê li Siweyda û tevahî Sûriyê ye. Nexasim ku di bin sîwana rejîmê de aloziya Sûriyê û Qanûna Qeyser berdewam dikin, dorpêç jî aloziyê zêdetir kûr dike û derfetên pêkanîna pêwîstiyên gel lawaz in."

Emîne Osê her wiha got: "Em rewşa Siweydayê ku beşek ji Sûriyê ye dinirxînin. Hevgirtina bi xelkê Siweydayê re xwesteka hemû pêkhate û herêmên Sûriyê ye da ku ev xwestek li ser rûyê erdê pêk were."

Emîne Osê diyar kir ku ku girîng e nêrîneke siyasî diyar û sîstemeke ne navendî were dîtin û bang li şêniyên wan herêman kir ku li ber xwe bidin heta ku xwestekên xwe pêk bînin, her wiha bang li mûxalefeta niştîmanî ya hundirîn  kir ku xwedî biryareke eşkere be da ku karibe guhertina ku tê xwestin pêk bîne.

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rêveberiya Xweser xebatê keç û xortên Siweydayê, her wiha rûspiyên wê ku roleke pêşeng di van xwepêşandanên ji bo rûmet û edaletê de dilîzin, silav dike. Em di Rêveberiya Xweser de dê bi hemû derfetên xwe destekê bidin şêniyên Siweydayê da ku karibin xwe bi xwe bi rêve bibin. Em ê ji bo vê yekê ku armanca tevahî şêniyên Sûriyê ye, bixebitin."

(bx)

ANHA