Hêviya Nafiya ya sed salî dîtina rêber Ocalan e

Nafiya Derwîş a 100 salî bi rêber Abdullah Ocalan re civiyaye û hêviyên wê ku careke din wî bibîne qut nebûye. Nafiya Derwîş dibêje ku wê soz daye ku dema rêbertî bibîne, dîlan û tilîliyên wê li pêşiya temenê wê nebin asteng.

Hêviya Nafiya ya sed salî dîtina rêber Ocalan e
16 sibat, 2022   01:36
QAMIŞLO-SILAVA EBDUREHMAN

Nafiya Derwîş a 100 salî di mala xwe de wêneyên rêber Abdullah Ocalan daliqandiye û li kêleka wan tabloyên gotinên wî yên li ser jinan hene. Ji wan gotinan "Hêviyên min mezin in ku jin dikarin xwe bi rêxistin bikin. Pirsgirêka min a mezin ew e ku çawa jin li wan cihan û li erdîngariyekê ku xwedawend bû, niha hatiye jibîrkirin û jiyan ji bo wan bûye mîna goristanê. Li ser vê yekê  min dest bi têkoşîna azadiyê kir. Ji bo min doza jinê ji xak û çandê girîngtir e. Berê û niha ji bo azadiya jinê tê dikoşim."

Li aliyê çepê yê tabloyê, wêneyê kur û neviyên wê yên ku li çiyayên Kurdistanê û Rojava şehîd bûne, heye.

Nafiya Derwîş ji gundê Qesayîb ê navçeya Til Hemîsê yê girêdayî kantona Qamişlo ye, dayik keçekê û 7 kuran e.

Nafiya Derwîş bi mebesta ku kurê xwe Remedan Silêman (Şiyar) ê ku tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûbû, vegerîne, li Şamê li pirtûkxaneyekê bi rêber Abdullah Ocalan re civiya.

Nafiya Derwîş ku ji bo vegerandina kurê xwe berî dabû Şamê, bi dîtina rêbertî re biryar dide ku ew jî tev li têkoşînê bibe.

DAYÎK Û KURÊ XWE BI HEV RE TÊ DIKOŞIYAN

Yadê Nafiya ku di 60 saliya xwe de bi rêber Ocalan re civiya dibêje: "Dema ez derbasî pirtûkxaney bûm, ez serûbinî hev bûm, kesayeta rêbertî ya xurt bandor li min kir û helwestên wî min ecibandin. Lê ez pê re neaxivîm."

Der barê sedema neaxaftina wê bi rêber Ocalan re, Nafiya Derwîş got: "Sedema wê jî hişmendiya civakê bû, ji ber ku berê em ne ewqasî bîrbir bûn, pîvanên paşverû yên civakê em asteng kiribûn. Rêbertî ber bi min ve hat û gelek caran destê xwe danî ser serê min, ez lerizîm û ji şewqê neaxivîm."

Nafiya Derwîş ji destpêka damezrandina Tevgera Rizgariya Kurdistanê ve, bi awayekî veşartî di qadên rêxistinî de tê dikoşiya. Civîn û semner ji gel re li dar dixist, li perspektîfên rêber Ocalan guhdarî dikir û belavok belav dikir, diçû palayê û çandina genim, alîkarî ji bo tevgera azadiyê jî kom dikir.

Bi destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, Nafiya Derwîş cihê xwe di kar û xebata saziyên sivîl de digire, lê ji ber temenê xwe yê mezin û nexweşiyên xwe nekarî berdewam bike.

'Rêbertî û welat ji serkeftinê birûmetir in '

Nefiya Derwîş diyar kir ku rêbertî ne ji bo xwe û malbeta xwe, lê ji bo gelên bindest têdikoşe û vê gotina wî bi bîr dixe, "Mirovê ku li deriyê azadiyê bigere, dikare ji mirinê jiyanê bafirîne."

Nafiya Derwîş da zanîn ku her roja ku di ser komploya navneteweyî re derbas dibe, êşa wê pê re mezin dibe û wiha dibêje: "Lê tiştê ku ji me tê xwest ku em têkoşîna xwe mezin bikin û ji bo birêxistinkirina gelê xwe bixebitin, her wiha projeya ku rêbertî bi azadiya jin û civakê dest pê kiriye , berdewam bikin."

Nafiya Derwîş dilsoziya xwe bi fikirê rêber Ocalan û doza Kurd nîşan da û wiha anî ziman: "Min sê şehîd dan, dîsa jî ez ne poşman im, ez amade me ku zêdetir ji bo rêbertî û welat fedekariyê bikim, ji ber ku rêbertî ji welat û serkeftinê birûmetir in."

Kurê Nafiya Derwîş, Enwer Remedan Silêman (Şiyar) sala 1998'an li herêma Botanê şehîd bû û neviyên wê Yasir Remedan û Mihemed Remedan di şoreşa Rojava de şehîd bû.

Nafiya Derwîş hêviya xwe ji dîtina rêber Ocalan careke din qut nekiriye û wiha dibêje: "Hêviyên ku careke din rêbertî li pêşiya xwe bibînim qut nebûne. Min soz daye xwe ku bi dîtina wî ez ê dîlan bikin, tilîliyan bavêjin ku ji kêfa re dengê tilîliyan bighêje asîman."

(eh-dx)

ANHA