Namzetê Serokkomariyê yê Fransayê ji bo Abdullah Ocalan peyamek weşand

Namzetê Serokkomariyê yê Fransayê Fabien Roussel, li ser hesabê xwe yê Twitterê ji bo rêber Abdullah Ocalan peyamek parve kir.

Namzetê Serokkomariyê yê Fransayê ji bo Abdullah Ocalan peyamek weşand
15 sibat, 2022   16:06
NAVENDA NÛÇEYAN 

Namzetê Serokkomariyê yê Fransayê Fabien Roussel bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî rêber Abdullah Ocalan li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşand.

Roussel, bi etîketa “#freeocalan” ev peyam weşand:

 ''Rêberê Gelê Kurd A. Ocalan 24 sal in li dijî peymanên navneteweyî tê girtin.

Azadkirina wî dê rê li ber aşitiyê veke ku projeya pêşverû, femînîst û ekolojîk a ku Kurd hilgirê wê ne.”