Encamên êrişa li ser Til Rifetê -Bi wêne û dîmen

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wî îro di saet 15:00`an de navenda navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê topbaran kir û di encama wê de 5 welatî birîndar bûn, her wiha zerarên mezin di mal û milkên wan de çêbûn.

15 sibat, 2022   17:34
ŞEHBA

Piştî şêniyên herêma Efrînê ji xwepêşandana ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan vegeriyan, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bajarê Ezazê û di saet 15:00`an de naveçeya Til Rifetê topbaran kir.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê komîna 6 – 7 – 1`emîn ku bi deh hezeran şêniyên kantona Efrînê ku neçarî koçberiyê bûne di wan de ne, topbaran kir.

Di encama topbaranê de Mihemed Mihemed Ebdo, zarokê bi navê Sîpan Mistefa (7), Îbrahîm Mihemed Ebdo (6), Newroz Mihemed (38) ku dayika zarokê bi navê Îbrahîme, birîndar bûn. Her wiha ziyanên mezin gihaştin mal û milkên sivîlan. Li aliyekî din û 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê ji ber hedefgirtina nuqteyeke wan  birîndar bûn.

Kamereya ajansa me encamên topbarana dewleta Tirk û çeteyên wê li ser navçeyê û ziyanên ku çêkir, şopand.

(bx)

ANHA