Rojnamevan Ayşe Guney: Rojnamevanên jin têkoşîneke bêeman dimeşînin

“Li malê, li hember bav, bira, hevjînan û li kolanê li hember polîs û leşkerên dewletê û li hember mêrên ku em bi wan re di saziyan de dixebitin, em têkoşîneke bêeman dimeşînin.”

Rojnamevan Ayşe Guney: Rojnamevanên jin têkoşîneke bêeman dimeşînin
16 sibat, 2022   05:10
NAVENDA NÛÇEYAN - GUNAY AKSOY

Jinên rojnamevan serî li ber rejîma faşîst a AKP/MHP'ê natewînin û li Tirkiye û Kurdistanê têkoşîneke bêeman dimeşînin. Tevî zextên giran, îşkence û girtinan jî kevneşopeke çapemeniyê diafirînin û her ku diçe ev têkoşîn mezin dibe.

Berdevka Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê û edîtora JINNEWS'ê Ayşe Guney ji ajansa me re qala têkoşîna jinên rojnameger ên li Tirkiyê kir. Ayşe Guney da xuyakirin ku ajansa jinan JINNEWS di sala 2021'an de 21 caran hatiye astengkirin û li Tirkiyê 7 jinên rojnamevan di girtîgehê de ne û mafê agahîgirtinê bi rêya sansûr û dozan bi temamî ji holê rabûye.

Hevpeyvîna me ya bi Ayşe Guney re wiha ye:

Ji bo pêşketina rojnamevaniya jinên Kurd têkoşîneke bi çi rengî heye? Di vê têkoşînê de çi zor û zehmetî hene? Hûn xwe dispêrin mîrateyeke çawa ya çapemeniya jinan?

Têkoşîna jinên Kurd tevgereke wisa ye ku mîrateya têkoşîn û tecrubeyên jinên cîhanê yên bi hezar salan dimeşîne. Rastiya xwe ya erdnîgarî, tecrubeya xwe ya têkoşîna li dijî polîtîkayên qirkirinê yên li welatên Kurdan, jinên Kurd jî anîn qonaxeke cuda. Ne tenê di lêgerîna maf û azadiyê de, di heman demê de di pêkanîna xeta îdeolojîk a vê lêgerînê de jî li pêş e.

Bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadîparêziya jinan a rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re, bi jineolojiyê re pêşketineke nû çêbû ku em îro bandora wê li tevahiya cîhanê dibînin. Çapemeniya jinên Kurd di nava têkoşîna jinan de, di nava dewlemendiyeke bi vî rengî ya pratîk û bîrdozî de geş bû. Yanî koka wê qewîn e. Çapemeniya jinên Kurd di nava têkoşîneke piralî de bi pêş ket.

Ev têkoşîna piralî wiha ye; li malê li dijî bav, bira, hevser û li kolanan li hember polîs û leşkerên dewletê û li hember mêrên ku em bi wan re di saziyan de dixebitin û li dijî failên komkujiyên ku em radigihînin, em bi tehdîteke mezin re rû bi rû ne û têkoşîneke bêeman dimeşînin. Ayfer Serçe, Gurbetellî Ersoz, Denîz, Nûjiyan û bi dehan hevalên me yên jin, bi keda wan hevrêyên xwe em gihaştin vê qonaxê.

Gurbetellî bû edîtora jin a yekemîn, JINHA bê emsal bû dema bû yekemîn ajansa jinan a cîhanê. Jin TV jî ji ber ziman û naveroka xwe yekemîn e. Çapemeniya jinên Kurd bi têkoşîna xwe di ziman û zîhniyetê de guherînên girîng çêkirin û ji bo mezinkirin û parvekirina gotina jinan jî bûye navgîneke girîng. Îro wek rojnamevanên jin ên Kurd em li her qada em lê ne, bi rengekî bêhempa xwe bi rêxistin dikin. Mînak; em wek Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê li Tirkiyê yekitî û birêxistinbûna xwe xurt dikin. Ev yek ji bo Tirkiyê yekemîn e.

Hûn dikarin rewşa çapemeniya muxalîf a li Tirkiyê bi kurtasî binirxînin?

Êdî li Tirkiyê bingeha bikaranîna têgînên wekî demokrasî û azadiyê nemaye. Pirsgirêkeke cidî ya pergalê heye. Hewl didin hemû civakê, bi taybetî jî jinan bi sîstema tecrîdê seqet bikin. Bê guman li hemberî vê helwesta desthikatê jî bertekên mezin ên raya giştî hene.

Ez dixwazim bi taybetî diyar bikim ku jin îtiraza herî mezin dikin. Bê guman bicihanîna vê sîstema tecrîdê rê li ber yekdestiya ji sedî 80 ya çapemeniyê vekir. Ya mayî jî çapemeniya Kurd e ku em wek çapemeniya muxalîf, demokratîk, sosyalîst û azad pênase dikin. Heke em hin rêxistinên sosyalîst û çapemeniya Kurd jê derxin, ew jî refleksa bêpolîtîkabûnê ya muxalefeta ye ku rê li ber mezinbûna zîhniyeta AKP-MHP'ê vekir.

Rastiyeke çapemeniya muxalîf heye ku li pêşberî polîtîkayên şer ên hikumetê bê deng e, lê fatûreyên krîza aboriyê radigihîne. Ez bawer nakim ku bi awayekî objektîf derxin holê bê ka bi rastî jî çi dikin, zexteke çawa li wan tê kirin. Lê belê tevî vê helwestê jî ji aliyê hikumetê ve hedef tên girtin. Bi ya min mînakeke baş Sedef Kabaş e ku rojnamevaneke jin e ku beriya niha bi demeke nêz hate girtin. 11 sal û 8 meh ceza lê hat birîn. Çima ew? Hikumet dibêje; "Min êrişî Efrinê kir, te piştgirî dayê, min êrişî Cizîrê kir, tu bê deng ma. Tu şirîkê sûcê min î. Niha tu çima li dijî min î?" Li vir pirsgirêka bingehîn a muxalefeta li Tirkiyê nezelalbûn û zîhniyet e. 

Jinên rojnameger zêdetir li hember kîjan pirsgirêkan tê dikoşin û rastî çi astengiyan tên?

Em li qadê bi pirsgirêk û astengiyên cuda re rû bi rû ne, li saziyên xwe û di malên xwe de pirsgirêkên cuda hene. Qada medyayê ji aliyê zîhniyeta mêran ve tê birêvebirin. Me ev yek bi têkoşîna xwe û birêxistinbûna xwe ya resen a di nava çapemeniya azad de bi rengekî girîng şikand. Lê ez nikarim vê yekê der barê saziyên medyayê yên din de bibêjim. Hişmendiya jinan xurt bûye, ji bo wergirtina mafên xwe têkoşînekê bi pêş dixin, lê belê mobbîng, destdirêjî, şîdeta psîkolojîk û aborî, bêhurmetiya li hember vîna wan, pirsgirêkên sereke ne ku jin gelek caran di kar de lê rast tên. Her wiha rastî zexta hevjîn, bav û birayên xwe tên ku karê xwe nekin û ji malê derkevin. Dîsa, ji ber ku hema hema hemû karên malê jê re mane, barê kar gelek caran ji yê mêran pirtir e. Li malê nexweş, kal, xwedîkirina zarokan, paqijî, xwarin dîsa li ser milê jinan tê hiştin. Zexta rastî, bê guman zexta ku hikumet bi polîs û leşkeran dike. Li gorî hempîşeyên xwe yên mêr, em zêdetir di bin zextan de ne. Dema em diçin nûçeyan, em rastî tacîz û gefên qeyûmab tên. Amûrên me yên teknîk tên desteserkirin. Malbatên me tên tehdîtkirin. Ji bilî vê, di dema nûçeyan de êriş li me tên kirin û rastî zextên zayendperest tên.

Em di nava van şert û mercan de nûçeyan çêdikin, lê belê ji bo weşandina wan gelek têkoşîn divê. Em di serdemeke wisa re derbas dibin ku sansur qanûnî bûye, mafê agahîgirtinê bi temamî ji holê rabûye û azadiya ramanê hatiye paşguhkirin. Di van zextan de em bi rewşên wekî astengiyên gihandinê û girtinan re rû bi rû ne. Ajansa Jinnewsê di sala 2021'an de 21 caran hate astengkirin. Ev jî mînaka herî berbiçav a bêtehemuliya li hember jinan e.

Armanca zext, destdirêjî û girtina rojnamevanên jin ên Kurd ên li Tirkiyê çi ye?

Rojnamevanên jin ên Kurd rojnamevanên di nava gel de û bi gel re ne. Tecrube û têkoşîna gelan a li dijî zordariya desthilatê bi nêrîna jinan pêşkêş dikin. Hem pirsgirêkê hem jî çareseriyê tespît dikin û derdixin holê. Jinên Kurd ên rojnamevan ji bo guherîn û veguherîna civakê xwedî vîn in. Bê guman jinên ku lêgerîna azadiyê nas dikin, pirs dikin û mezin dikin û civakê jî bi xwe re diguherînin. Ev bi kêrî desthilatdaran nayê û rojnamevanên jin ên Kurd dikin hedef.

Dewlet çima bi awayekî sîstematîk pêşî li rojnamevanan, bi taybetî jinan, digire ku rojnamevaniyê nekin?

Ew dizane bê ka dê bandora wan li ser civakê çawa be. Ew hêza wan dizane. Siyaseta sûc a li dijî jinan, tacîz, tecawiz di ser beden û ramana jinan re tê meşandin. Rêyeke girîng a bêdengkirina raya giştî ya li hemberî vê yekê, bêdengkirina çapemeniyê ye. Dema çapemenî bê tepisandin, dewlet difikire ku dê zilma li ser civakê jî neyê dîtin.

Ji bo ku hûn pirsgirêkên xwe derbas bikin, hûn têkoşîneke çawa dimeşînin?

Em jinên Kurd li hemberî êriş û pirsgirêkan xwe bi rêxistin dikin. Em jî ji bo bi hempîşeyên xwe yên din ên jin re zemîneke hevpar biafirînin, tê dikoşin. Em difikirin ku tekane rê ev e ku em lêgerîna xwe ya maf û azadiyan bi pêş bixin. Bê guman em jî li her cihê ku lê ne têkoşîna xwe ya îdeolojîk dimeşînin. Em jî li ser guherîn û veguherandina zilaman tevî xwe, têkoşîna xwe didomînin.

Jin herî zêde kengî rastî binpêkirina mafan tên?

Di pêvajoya şer de herî zêde binpêkirinên çêdibin. Zext zêde dibin. Her ku mîlîtarîzm zêde dibe, em dibin hedefa êrişan. 

Têkoşîna we ya hiqûqî çawa dimeşe? Bi piranî hûn ji ber kîjan dozan tên darizandin?

Em ji ber nûçegihaniya xwe tên girtin û piştre ji ber îdiayên wekî "endamtiya rêxistinê", "propaganda" tên darizandin. Gelek hevalên me jî ji ber vê yekê tên cezakirin. Hawireke ku dadgerî tê de siyasetê dike, heye. Ev di dozên çapemeniyê de xwe nîşan dide. Em bi girtinên keyfî, destgîrkirin û cezayan re rû bi rû ne.

Çend jinên rojnameger girtî ne?

Di sala 2021’an de ji 62 rojnamegerên girtî, 6 rojnameger jin bûn. Di meha destpêkê ya vê salê de Sedef Kabaş jî hate girtin û ev hejmar bû 7.

Di nava jinên Kurd de divê tevneke çawa ya hevgirtin û birêxistinbûnê hebe?

Berê jî min diyar kir ku cihên ku rojnamevanên jin ên Kurd lê ne, bi rêxistin in. Lê belê divê ev rêxistin di bin sîwaneke hevpar de bê komkirin. Girîng e ku em pirsgirêkên xwe parve bikin û çareseriyê bi hev re bibînin.

Dawiyê peyameke cenabê te heye?

Li ber me 8'ê Adarê Rojan Jinan a Cîhanê heye. Ez 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz dikim. Ez hêvî dikim ku ev 8'ê Adarê bibe sedema rabûna zilm û faşîzmê û azweriya berxwedan û azadiyê geş bibe.