Bi deh hezaran şêniyên herêma Efrînê komplo şermezar kir

Bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, bi hezaran şêniyên herêma Efrînê bi dirûşma “Berxwedana Serdemê garantiya rizgarkirina Efrînê û azadiya rêber Apo ye" daket daqan.

15 sibat, 2022   14:07
ŞEHBA

Bi deh hezaran şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê li navçeya Fafînê kom bûn û salvegera 23`yan de Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Xwepêşandanê ji pêşiya navçeya Fafînê ber bi rêya sereke ya Dibistana Ajotinê ve çû û beşdaran sloganên "Bijî berxwedana rêber Ocalan” û “Na ji Komploya Navneteweyî re" berz kirin.

Li qada dibistanê beşdaran li perspektîfên rêber Ocalan ên li ser şoreşê, têkoşînê bi armanca bidestxistina azadiyê, jiyana birûmet û hevgirtina li hemberî hemû hewldanên qirkirinê guhdarî kir.

Endamê rêveber ê Meclisa Herêma Efrînê Îsmaîl Xabûr axivî û komplo şermezar kir û got: "Bi wê re armanc dikirin ku gelê Kurd û nasnameya wan tune bikin."

Îsmaîl Xabûr destnîşan kir ku berxwedana rêber Abdullah Ocalan û hevgirtina gelan dawî li komployan anî.

Xabûr diyar kir ku kilîta hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye û divê cîhan vê rastiyê bibîne, lewma ger bixwazin van aloziyan çareser bikin, divê biçin Îmraliyê.

Dûre endama rêveber a Kongra Star Elîf Şêx Mihemed bang li civata navneteweyî û gelê aştîxwaz kir ku li hemberî dewleta Tirk a faşîst û kesên dijberiya gelê Kurd û rêber Abdullah Ocalan dikin, helwesta xwe diyar bikin.

Elîf Şêx Mihemed her wiha got divê gelê Kurd bizane sûcên dewleta Tirk li dijî gelê herêma Dêrikê pêk tîne, beşek ji Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan in.

Elîf Şêx Mihemed di dawiyê banga xurttkirina têkoşîna heta mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir.

Hevseroka Meclisa Kantona Şehba Werde Şêxo jî got: "Em ê sîstema Îmraliyê hilweşînin û bi rêber Apo re azad bijîn. Êdî tu kes nikare roja me tarî bike."

Werde Şêxo anî ziman ku bi saya felsefeya rêber Ocalan jinan xwe nas kir, ji ber ku rêber Abdullah Ocalan jinan wek bingeha avakirina civak û şoreşê dibîne.

(eh)

ANHA