Li Helebê li dijî komploya 15`ê meşa bi meşaleyan

Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li Helebê bi meşeke bi meşaleyan hate şermezarkirin.

Li Helebê li dijî komploya 15`ê meşa bi meşaleyan
Li Helebê li dijî komploya 15`ê meşa bi meşaleyan
Li Helebê li dijî komploya 15`ê meşa bi meşaleyan
Li Helebê li dijî komploya 15`ê meşa bi meşaleyan
14 sibat, 2022   19:38
HELEBÊ

Bi boneya salvegera 23’yemîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşeke bi meşaleyan li dar xist. Bi sedan ciwan û şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşdrî meşê bûn.

Meş ji pêşiya Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên tevgerê û Yekitiya Jinên Ciwan û bi dehan meşale hatin hildan.

Her wiha ciwanan pankartên "Hilweşe komploya 15’ê Sibatê, dem dema azadiya rêber Apo ye" hatin vekirin.

Meş ji kolanên taxa Şêxmeqsûdê geriya û diruşmên "Bê serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana Îmraliyê" hatin berzkirin. Meş ber li ber Parka Efrînê ya li taxa Eşrefiyê vegerî mîtîngê.

Endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Cûdî Heleb axivî û wiha got: "Komplo li ser gelên herêmê, bi taybet gelê Kurd pêk hat û heta roja îro berdewam e û rêber Apo di vê rojê de dibêje; roja qirkirina gelê Kurd e."

Cûdî Heleb wiha domand: "Rêberê mirovahiyê, rêber Abdullah Ocalan ji 23 salan ve di tecrîdê de ye. Divê ev tecrîd were şikandin û rêberê me were rizgarkirin."

Cûdî Helebê diyar kir ku dewletên hegemon plan kir ku rêber Apo bigirin ku Tevgera Azadiya Kurdisatnê tune bikin û vîna gelê Kurd lawaz bikin."

Cûdî Heleb wiha dawî li gotina xwe anî: "Em li ser sozê xwe ne ku asta têkoşînê li hember dagirkeriya Tirk bilind bikin, tecrîda li ser rêbertî bi dawî bikin û banga azadiya fîzîkî ya rêber Apo bikin."

Mîtîng bi diruşmên banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan bi dawî bû.

(fr)

ANHA