Li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirina komploya 15‘ê Sibatê

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çalakiyên cûda Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.

Li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirina komploya 15‘ê Sibatê
Li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirina komploya 15‘ê Sibatê
Li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirina komploya 15‘ê Sibatê
Li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirina komploya 15‘ê Sibatê
Li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirina komploya 15‘ê Sibatê
Li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirina komploya 15‘ê Sibatê
Li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirina komploya 15‘ê Sibatê
Li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirina komploya 15‘ê Sibatê
Li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirina komploya 15‘ê Sibatê
Li gelek bajaran çalakiyên şermezarkirina komploya 15‘ê Sibatê
13 sibat, 2022   18:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên şermezarkirina Komployan Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan berdewam dikin.

PYD’Ê 4 CIVÎNÊN GIRSEYÎ LI KOBANÊ LI DAR XISTIN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya herêma Firatê 4 civîn li 4 gundan ji pêkhateya ereb re li navçeya Qenayê ya Kobanê, li gundê Cedê, Qibe, Til Eber û Til Ehmer ê rojavayê Kobanê li dar xistin.

Di civînan de rewşa siyasî û civakî ya herêmê, êrişa dawî ya çeteyên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê û êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê û tevkariya wê bi çeteyên DAIŞ’ê re û hewandina wan li herêmên dagirkirî hatin nirixandin. Her wih hate gotin ku rêber Ocalan ne tenê rêber gelê Kurd e, lê belê rêberê tevhî gelên azadîxwaz e.

Di civînê de bana piştgiriya Rêveberiya Xweser û QSD‘ê, sekna li hember dagirkeriya Tirk, çeteyên wê û çeteyên DAIŞ’ê hate kirin.

JI MECLISA EDALETA CIVAKÎ Û YEKITIYA PRÊZERAN A HERÊMA FIRATÊ DAXUYANÎ

Têkildarî mijarê Meclisa Edaleta Civakî û Yekitiya Parêzeran a herêma Firatê daxuyaniyek da. Hevseroka Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Firatê Nesret Xelîl daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku 15.02.1999’an di dîroka gelên Rojhilata Navîn de rojeke reş û bedbînî ye. Ji ber rêber Ocalan bi fikir û felsefeya xwe hewl dide tevahî gelên Rojhilata Navîn ji bin zulm û destpotiyê rizgr bike. Armanca komployê jî fikrê rêber Ocalan were tunekirin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser tecrîdê û wiha hate gotin: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ji tecrîda li ser rêber Ocalan têkiliya di navbera wî û gel de qut bike, da ku perspektîf û pêşniyarên wî dernekevin derve û krîza li herêmê çareser nebe. Lê em ê têkoşîna xwe li ser fikir û felsefeya rêber Ocalan bilind bikin û civaka azad û demokratîk ava bikin û bang li civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî dikin ku tecrîdê bi dawî bikin û rêber Ocalan serbest berdin."

JI TEV-DEM’Ê ŞAXÊ KOBANÊ DAXUYANÎ

Têkildarî mijarê TEV-DEM’ê daxuyaniyeke da. Endama TEV-DEM’ê Medya Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku li dijî rêberê mirovahiyê komployeke navneteweyî pêk hat û tecrîdeke giran hatiye ferzkirin. Her wiha hate diyarkirin ku "Komploger hewl dan bi komployê hemû destkeftiyên Kurdistanê hedef digirin û dixwazin vîna azad a gelê Kurd têk bibin. Dewletên komploger karîn rêber Ocalan bi fîzîkî dîl bigirin, lê nikarîn fikrê wî dîl bigirtana yan j vîna wî têk bibira."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin komplo hîna heta roja îro berdewam e û hewl didin hebûna kurdên azad qir bikin. Ji bona wê desteka mezin didin dewleta Tirk ku gelê Kurd tune bike.

Di daxuyaniyê de bang li azadîxwazên cîhanê hate kirin ku hevgirtî bin û banga azadiya fîzîkî ya rêber Apo bikin û li hember dewetên desthilat bisekinin ku gel azadiya bi dest bixe, ewlehî û aştî pêk were.

KONGRA STAR ÇALAKIYA KONVEDANÊ LI KOBANÊ LI DAR XIST

Bi heman armancê Kongra Star li navçeya Şêran a rojhilatê Kobanê bi diruşma "Dem dema azadiya rêber Ocalan e" konê çalakiyê vegirt.

Çalakî bi xwendina daxuyaniyekê ji hêla endama rêveber a Kongra Star li navçeya Şêran Selame Etê hat destpêkirin. Selame Etê komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan şermezar kir û da zanîn ku di şexsê rêber Ocalan komplo li ser gelê Kurd berdewam e û ew komplo ji peymana Sykes-Picot dest pê kir. Bi wê xwestin hebûna Kurdistanê ji aliyên erdnîgarî û çandî ve tune bikin.

Endamên saziyên li navçeya Şêran û şêniyên wê  dê çalakiya kon dewr bigrin. Tê payîn çalakiya konvedanê du rojan berdewam bike û dê piştre kesên beşdarî bûne tev li meşa 15’ê Sibatê bibin.

ÇALAKIYA KONVEDANÊ YA LI HELEBÊ BI DAWÎ BÛ

Çalakiya konvedanê ya Kongra Star û PYD’ê ya bi diruşma "Dem dema azadiya rêber Apo" li beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûdê bi dawî bû.

Di bin konê çalakiyê de Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso axivî û got komploya navneteweyî jin, civaka demokratîk û vîna gelan hedef girt. Ji hêzên komploger e ku bi girtina rêber Ocalan dê doza Kurd bi dawî bibe. Lê rêber Ocalan Îmraîl vegerand cihê zanist û felsefeyê û projeyek neteweya demokratîk pêşkêş kir.

Dûvre Hevseroka Rêxistina Civaka Sivîl Sûad Hesen komploya li dijî rêber Ocalan şermezar kir û got rêber Ocalan di oxira azadiya gelên bindest û doza gelê Kurd de tê koşiya û karî gelên Rojhilata Navîn ber bi azadî û demokrasiyê ve bibira.

Şêx Ebdurehman Xezor jî ev tişt got: "Hêzên navneteweyî komployek li dijî rêber Ocalan pêk anîn. Ji ber rêber Ocalan fikrê jiyana hevbeş a yekitiya gelan pêşkêş kir. Em piştrast dikin bi rêberê xwe re ne û dê wî bi fîzîkî azad bikin."

Piştî axafitinan daxuyaniyek hat xwendin û tê de komploya 15’ê Sibatê ya li dijî rêber Ocalan hat şermezarkirin û hate gotin, bi saya rêber Ocalan gelek destkeftî hatin bidestxistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku rêber Ocalan di dirêjahiya 23 salan de helwesteke mirovî digel rewşên vîna mirovan nikare tehemûl bike, raber û wiha hate gotin: "Berxwedan û pêşniyarên rêber Ocalan komplo têk bir. Gel tevger û hêza xwe ji berxwedana rêber Ocalan, îdeolojî û tecrûbeya wî girt."

Her wiha hate gotin, di dirêjahiya 23 salên borî de ne tenê komplo hate têkbirin, lê belê felsfeya rêber Apo bû hêzek ji gel re, bû cihê baweriyê û pêkanîna hêviyên gelan.

Çalakî bi diruşmên "bê serok jiyan nabe" û"bijî berxwedana Îmraliyê" bi dawî bû.

(fr)

ANHA