Meclisa Amûdê ji ber sûcên rejîma Tirk bang li civaka navneteweyî kir

Meclisa Navçeya Amûdê bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirov kirin ku erka xwe bi cih bînin û dawî li sûcên dewleta Tirk a dagirker bînin. Her wiha bang li gelê herêmê kir ku li hemberî êrişan berxwedanê xurt bikin.

Meclisa Amûdê ji ber sûcên rejîma Tirk bang li civaka navneteweyî kir
13 sibat, 2022   17:20
AMÛDÊ

Şeva berê balafireke bêmirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker navçeya Amûdê bomebaran kir. Di encamê de welatiyek birîndar bû. Di hefteya borî de li gundekî navçeyê li erebeyekê xist, di encamê de zarokek şehîd bû û 3 kes birîndar bûn.

Têkildarî mijarê, endamên Meclisa Navçeya Amûdê li ber navenda Çand û Hunerê ya Horî kom bûn û daxuyaniyek bi raya giştî parve kirin.

Hevseroka Meclisa Navçeya Amûdê Nîroz Elî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, piştî têkbirina plana DAIŞ’ê ya li girtîgeha Sînaa ya li Hesekê ji hêla QSD’ê ve, dewleta Tirk ku piştevaniya terorê dike, bi zêdekirina êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide tola DAIŞ’ê hilîne. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armanca dewleta Tirk ji vê yekê derxistina aloziyan û koçberkirina şêniyan e.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî van êrişan û wiha hate domandin: " Şeva berê dewleta Tirk a dagirker li Amûdê bi balafireke bêmirov saziyeke sivîl bombebaran kir, di encamê de welatiyek birîndar bû. Dewleta Tirk tu qanûn, mîsaqên navneteweyî û rêgezên mafên mirovan berçav negirtin û rêzê ji serdestiya dewletan re nagire. Di vê yekê de sûdê ji bêdengiya navneteweyî digire."

Meclisa Navçeya Amûdê bang li rêxistinên mafên mirovan û civata navneteweyî kir ku erka xwe bi cih bîne û dawî li sûcên dewleta Tirk bîne. Her wiha bang li gel kir ku li hemberî dagirkeryia Tirk berxwedan û têkoşînê xurt bikin."

(fr)

ANHA