121 şehîdên Hesekê li Kîelê hatin bîranîn

Li Kîelê ji bo 121 şervanên QSD’ê yên di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê de şehîd bûbûn, merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.

121 şehîdên Hesekê li Kîelê hatin bîranîn
13 sibat, 2022   19:18
NAVENDA NÛÇEYAN

121 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ên ku di encama êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên dewleta Tirk a faşîst a li ser Hesekê de şehîd bûbûn, li bajarê Kîel ê Elmanyayê hatin bîranîn.

Gelek Kurdistanî tev li bîranîna ku ji aliyê Navenda Çanda Kurd a Kîelê ve hat lidarxistin bûn.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û tê  de êrişên çeteyên DAIŞ’ê, êrişên dewleta Tirk û dewletên kapîtalîst hatin şermezarkirin û nirxandin.

Di dawiyê de sînevîzyonek hate pêşandan.