Dewleta Tirk li Eyn Îsayê rasterast welatiyan dike hedef

Artêşa Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li ser gundewarê navçeya Eyn Îsayê de welatiyan dike hedef.

Dewleta Tirk li Eyn Îsayê rasterast welatiyan dike hedef
13 sibat, 2022   16:27
EYN ÎSA

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê îro saet derdora 13:00‘an de çareke din êriş bire ser gundên Mielek, Cidêda û rêya M4. Di van êrişan de rasterast welatî dibin hedef.

Di topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundewarên Eyn Îsayê de welatiyê bi bi navê Mihemed Emîn El-Beşar hat hedefgrtin.

/kr/uploads/files/2022/02/13/162855_img-20220213-wa0056.webp

Têkilarî kêliyên topbaranê Mihemed Emîn El-Beşar got: " Dema ku ez li ser rêya M4 derbas dibûm da ku biçim ser karê xwe topbaran dest pê kir. Ji ber yek jî roketan li nêzîkê min ket ez li ser motorê ketim. Piştre min li motorê meyze kir ku wisa lê hatiye."

Şêniyên navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê ji ber topbaranên artêşa dagirker û çeteyên wê nikarin bi hêsanî û silametî tevbigerin.

Di topbarana saetên nîvro ya li ser rêya M4 de welatiyê bi navê Mihyedîn Hec Ehmed ê 35 ê ji gundê Bexdikê şehîd bû.

ANHA