QSD`ê çeteyekî DAIŞ‘ê girt

QSD`ê ragihand ku yek ji fînansorên şaneyên DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berpirsê gihandina alîkariyan ji malbatên DAIŞ`ê yên li kampa Holê re hate girtin.

QSD`ê çeteyekî DAIŞ‘ê girt
13 sibat, 2022   16:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê di vê derbarê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Yekîneyên taybet ên Hêzên Sûriya Demokratîk, terorîst û berpirsê belavkirina alîkariyan û fînanskirina şaneyên terorîst ên rêxistina terorîst a DAIŞ`ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girt. Ev kes heman demê pere digihand malbatên endamên rêxistina terorîst ên li kampa Holê.

Terorîstê bi navê Mihemed Ehmed Kerez li xwe mukur hat ku alîkariya ji hin aliyên li Tirkiyê û herêma Idlib a bakur rojavayê Sûriyê wergirt û paşê li şaneyên terorîst ên rêxistina DAIŞ`ê, belav dikir.

Terorîst ji bajarê Babê ye. Rewşên mirovî keysbaz kir da ku li bajarê Reqayê bi cih bibe. Terorîst xwe mukur hat ku şaneyek ava kir da ku bazirganên bajarê Reqayê şantaj bike û di bin gefan de wan neçar bike ku pereyan bi navê (Zikê) bidin wan û paşê wan pereyan li şaneyên DAIŞ`ê belav bikin.

Herî dawî terorîst hewl da ku mayînek li pêşiya dukanekê biteqîne. Terorîstê (Kerez) beriya ku mayînê biteqîne, di çalakiya Hêzên Taybet ên QSD‘ê de hate girtin.

Li gorî mukurhatinên  Kerez ê terorîst, destpêkê erka wî wergirtina alîkariyên ku ji dewleta Tirk û Idlibê ve dihat şandin da ku li şaneyan li herêmên cûda ji wan kampa Holê, belav bike bû.

Terorîst Mihemed çavkaniyeke din ku girêdayî şaneyên fînanskirinê eşkere kir. Mîsyona vê çavkaniyê şantajkirina bazirganan e, her wiha zextê  ku li wan dikin da ku pereyan bidin. Terorîst têkiliya xwe bi kesê bi navê Îbrahîm re eşkere kir ku erka wî wergirtina mayînan ji heman herêmên ku pere ji wan tê (Tirkiyê û Idlib) da ku bazirganên herêmî yên ku pereyan nadin şaneyên rêxistinê bikin hedef û şantaj bikin. Ev terorîst sûd ji nasîna terorîst (Kerez) bi bazirganên herêmî re werdigirt, ji ber ew li sûkên mezin ên bajarê Reqayê dixebitî."

(bx)

ANHA