Li Kobanê meşa dirêj a ciwanan dest pê kir

Li dijî komploya navneteweyî ya 15‘ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, ciwanên şoreşger ên herêma Firatê meşa dirêj a 3 rojan dan destpêkirin.

Li Kobanê meşa dirêj a ciwanan dest pê kir
Li Kobanê meşa dirêj a ciwanan dest pê kir
Li Kobanê meşa dirêj a ciwanan dest pê kir
Li Kobanê meşa dirêj a ciwanan dest pê kir
Li Kobanê meşa dirêj a ciwanan dest pê kir
13 sibat, 2022   14:29
KOBANÊ

Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şaxê herêma Firatê bi dirûşma "Bi azadiya gelê şoreşger em ê komployê navneteweyî têk bibin û azadiya rêber APO misoger bikin", meşek dirêj ji bo sê 3 rojan  dan destpêkirin.

Beriya ku meş dest pê bike, ciwanan daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de komploya 15‘ê Sibatê hat şermezarkirin.

Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Mihemed Mehmûd daxuyaniya tevgerê xwend. Tê de hevkariya dewletên navneteweyî di sêrî de DYA û Rûsyayê bi dewleta Tirk re ji bo dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Di daxuyaniyê de, tevgerê soz da ku li dora rêber Abdullah Ocalan bibin xeleke ji agir heta ku azad dibe.

Paşê meş ji çerxerêya gundê Rovî yê başûrê Kobanê ber bi bajarokê Til Xezal ve dest pê kir.

Di meşê de beşdaran wêneyên rêber Ocalan hildan û siloganên şermezarkirina komployê û banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan berz kirin.

Meş wê sibe ji çerxerêya bajarokê Til Xezal dest pê bike û ber bi navenda navçeya Şêranê ve dewam bike û di roja sêyemîn de dê ji navenda navçeya Şêran dest pê bike û ber bi Kobanê ve dewam bike. Ciwan dê 15‘ê Sibatê tev li meşa giştî bibin.

(dm)

ANHA