Li Tebqayê pêngava çandina daran

Gerînendeya Jîngehê ya Komîteya Şaredariyan a Tebqayê pêngava çandina dar da destpêkirin.

Li Tebqayê pêngava çandina daran
Li Tebqayê pêngava çandina daran
Li Tebqayê pêngava çandina daran
Li Tebqayê pêngava çandina daran
Li Tebqayê pêngava çandina daran
Li Tebqayê pêngava çandina daran
13 sibat, 2022   14:40
TEBQA

Gerînendeya Jîngehê ya girêdayî Komîteya Şaredariyan a Tebqayê pêngava çandina daran li deverên cûda yên bajar û gundewarên Tebqayê da destpêkirin. Pêngav dê 3 rojan dewam bike, tê payîn ku 12 hezar û 500 şitlên daran werin danîn.

Pêngav bi beşdarbûna xebatkarên Komîteya Şaredariyan û Komîteya Jinan a Tebqayê ji taxa Sêyemîn û çerxerêya Şehîd Hebûn Ereb a nêzî deriyê ketina bajar ê bakur dest pê kir.

/kr/uploads/files/2022/02/13/144524_1-1.webp

Têkildarî armancên pêngavê, hevserokê Gerînendeya Jîngehê ya Tebqayê Cemal Ebdullatîf destnîşan kir ku armanca sereke ya pêngavê vegera şînatiyê û daristanan wekî berê, ji ber ku gelek cihên şînatî hatin şewitandin û dar hatin birîn.

Ebdullatîf got, darên ku hatine çandin, sewlî, merx, çinar, xurman û darên xemilandinê û da zanîn ku dê hevkarî bi Şaredariya Gel a Tebqayê re were kirin û li 7 baxçeyên bajêr dar werin çandin.

Cemal Ebdullatîf di dawiya axaftina xwe de got: "Yek ji zehmetiyên herî zêde ku em pê re rû bi rû ne, kêmbûna çavkaniyên avê ye li piraniya cihên daristanan."

(dx)

ANHA