Dewleta Tirk a dagirker di topbaran xwe de rasterast sivîlan dike hedef

Dewleta Tirk a dagirker hedefgirtina gundê Cedîda, Kampa Eyn Îsayê, Mielek û rêya M4 didomîne. Agahî hene ku welatî birîndar bûne.

Dewleta Tirk a dagirker di topbaran xwe de rasterast sivîlan dike hedef
13 sibat, 2022   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê topbarana li dijî gundê Hoşan, Mielek, Kampa Eyn Îsayê û rêya M4 li rojavayê Eyn Îsayê didomîne.

Her wiha eşkere kir ku dewleta Tirk a dagirker vê carê  gundê Cedîde daye ber topan. Her wiha agahî hene ku di encama topbaranê de welatî birîndar bûne.

(şx)