​​​​​​​Ji bo şermezarkirina 15`ê Sibatê li Girbawî ciwan û şênî meşiyan

Bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi rasthatina 15`ê Sibatê, li bajarokê Girbawî bi tevlibûna dehan şêniyan meşek hat lidarxistin.

​​​​​​​Ji bo şermezarkirina 15`ê Sibatê li Girbawî ciwan û şênî meşiyan
13 sibat, 2022   11:59
QAMIŞLO

Girseya şêniyan di meşê de sloganên “Bijî Serok Apo” berz kir û wêneyên rêber Abdullah Ocalan rakirin û li kolanên bajarokê Girbawî yê Qamişloyê meşiyan. Meş li pêşiya Meclisa Bajarokê Girbawî rawestî û veguherî mitîngê.

Di mêtingê de endama Yekitiya Jinên Ciwan Şahî Xelef axivî û daxuyand ku roja 15`ê Sibatê ji bo wan rojeke reş e. Her wiha diyar kir ku hêzên komploger bi komploya navneteweyî xwestin rêber Abdullah Ocalan ji tevgera azadiyê û gelan qut bikin.

Şahî Xelef da destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmralî li hember tecrîdeke giran li berxwe dide û got: “Ev berxwedana rêbertî, komplo têk bir. Êrişên li ser ax û gelê me ji komployê ne qut in.Fikir û felsefeya serok Apo bingeha şoreşa Rojava ye. em ê heta bidawîkirina vê komployê tê bikoşin.”

Şahî Xelef di dawiya axaftina xwe de wiha axivî: “Em dibêjin “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin”, em ê bi rihê ciwantiyê komployê têk bibin û bi serok Apo re azad bijîn.”

Meş bi sloganên “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.

(sb)

ANHA