​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriye 71 kesên din bi vîrusa koronayê ketin

​​​​​​​Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 71 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 5 pêketiyên din jî jiyan xwe ji dest da.

​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriye 71 kesên din bi vîrusa koronayê ketin
13 sibat, 2022   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 37 mêr û 34 jin bi vîrusa koronayê ketine.

Her wiha diyar kir ku li Qamişlo û Dêrikê hejmara herî zêde ya pêketiyan bû. Li Qamişlo 14 pêktî, li Dêrikê 14, li Kobanê 11, li Tebqayê 9 pêketî, li Derbêsiyê 7 pêketî, li Hesekê 5 pêketî, li Reqa 4 û Rimêlanê 4 pêketî, li Minbicê 2 û li Girkê Legê jî tenê pêketiyek hene.

Desteyê piştrast kir ku 5 kesan ji ber koronayê mirine; 4 mêr û jinekê ne. Her wiha rewşa pêketiyek jî baş bûye.

Bi vê daneyê re hejmara pêketiyan gihaşt 38 hezar û 103 kesan, jê 2 hezar û 533 baş bûn û hezar û 537 mirine.

(dm)