Li Şehbayê şevbuhêrkek ji bo bîranîna şehîd Egîd Cîlo

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya herêma Efrînê şevbuhêrkek ji bo bîranîna şehîd Egîd Cîlo ku di 13’yê Sibata 2019’an de şehîd bûbû, li dar xist.

Li Şehbayê şevbuhêrkek ji bo bîranîna şehîd Egîd Cîlo
12 sibat, 2022   18:09
ŞEHBA

Bi rasthatina salvegera 3’yemîn a şehadeta têkoşer Egîd Cîlo, Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya herêma Efrînê şevbuhêrkek li dar xist, tê de bi dehan mamoste amade bûn. Çalakî li hola Mîtan a li Ehdas a Şehbayê hate lidarxistin.

Şevbuhêrk bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre sînevîzyonek bi 15 deqeyan li ser jiyana şehîd Egîd Cîlo û hezkirina wî ji perwerdê û nûkirina fikirê azad re hate pêşandan.

Piştre komek ji mamosteyan helbest xwendin, li kêlek wê jî mamoste Ezet Hebeş stran gotin.

Rola Egîd Cîlo di pêşxistina Saziya Zimanê Kurdî û Komîteya Perwerdê ya Civaka Demokratîk li Heleb û Efrînê de ya girîng bû û di encama qezayekê de 13’yê Sibata 2019’an de şehîd bûbû.

(fr)

ANHA