Li Şêxmeqsûdê ji bo azadiya rêber Ocalan çalakiya kon

Bi diruşma "Dem dema azadiya rêber APO ye", Kongra Star û PYD`ê yên Helebê çalakiya kon dan destpêkirin.

Li Şêxmeqsûdê ji bo azadiya rêber Ocalan çalakiya kon
Li Şêxmeqsûdê ji bo azadiya rêber Ocalan çalakiya kon
Li Şêxmeqsûdê ji bo azadiya rêber Ocalan çalakiya kon
Li Şêxmeqsûdê ji bo azadiya rêber Ocalan çalakiya kon
11 sibat, 2022   15:55
HELEB

Çalakiyên bi banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan berdewam dikin. Di vê çarçoveyê de rêxistina Kongara Star û PYD‘ê yên Helebê konê çalakiyê li kêleka navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li taxa Şêxmeqsûdê veda

Di roja yekemîn a çalakiya konvedanê de, endamên komînên Şehîd Rojîn û Şehîd Bakur, Meclisa Tenduristiyê û Akademiya Civaka Demokratîk serdana kon kirin.

Kon bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Kongra Star, PYD`ê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Tevgera Ciwanên Şoreşger hate xemilandin.

Di heman demê de pankartên bi nivîsên "Sonda me em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û bi rêber APO re azad bijîn", "Komploya Navneteweyî êrişa li dijî mirovahiyê ye", "Em ê tecrîdê bişkînin, faşîzmê têk bibin û neteweya demokratîk ava bikin", "Bi vîna jina azad em ê komplo vala derxin û azadiya rêbertî û civakê misoger bikin" hatin daliqandin.

/ar/uploads/files/2022/02/11/141037_bdran-hmw.webp

Destpêka bernameyê endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Bedran Hemo axivî û got: "Bi rasthatina 23`yemîn salvegera komplo û dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan em dibêjin, armanca vê komployê hedefgirtina doza Kurd û Tevgera Azadiya Kurdistanê ye."

Hemo îşaret bi girîngiya têkoşîna bi armanca rizgarkirina rêber Ocalan kir û wiha axivî: "Projeya rêbertî li ser bingeha jiyana hevbeş û biratiya gelan e, ji lewma divê em wê bingeh bigirin û xwe li gorî projeya neteweya demokratîk birêxistin bikin, pê re jî li dijî çi kesên vê projeyê dikin hedef, bisekinin."

/ar/uploads/files/2022/02/11/141018_farjyn-mhmd.webp

Dûvre endama Kongra Star Farjîn Mihemed axivî û Komploya Navneteweyî ya li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got, dewleta Tirk li Rojhilata Navîn hovîtrîn sûcan pêk tîne.

Farjîn Mihemed diyar kir ku di şexsê rêber Abdullah Ocalan de dewlet komployan li dijî gelê Rojhilata Navîn pêk tînin, nexasim li ser gelê Kurd û sûcên qirkirinê dikin. Farjîn Mihemed anî ziman ku dewleta Tirk hemû têgehên exlaqî, mafên mirovan û pîvanên navneteweyî bin pê kiriye.

Farjîn Mihemed bang li civata navneteweyî, rêxistina mafên mirovan û CPT`ê kir û got, li hemberî civakê bi erka xwe rabin û rêber Ocalan serbest berdin.

Farjîn Mihemed di dawiyê de destnîşan kir ku ew ê têkoşîna gelan di hemû waran de, berdewam bike.

/ar/uploads/files/2022/02/11/141003_amnh-khdhrw.webp

Endama Însiyatîfa Ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî ya Sûriyê Amîne Xidiro axivî û got, ew bi hemû pêkhateyan ve xwe bi rêxistin kirin û felsefeya rêber Apo bingeh girtin, ji lewma ew ê heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya rêbertî banga azadiya rêberê xwe bikin.

/ar/uploads/files/2022/02/11/141052_wfaa-ibrahym.webp

Endama Komîna Şehîd Gulê Selmo, Wefaa Îbrahîm diyar kir ku armanc ji dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan wî dûrî gel bixe.

Piştî axaftin bi dawî bûn, li ser komploya 15`ê Sibatê senivîzonek hate pêşandan.

Tê payîn ku çalakiya konvedanê  3 rojan dewam bike.

(eh)

ANHA