Xaçerê ya rejima Şamê… An demokrasî an jî karesat- HALİT ERMİŞ

Xaçerê ya rejima Şamê… An demokrasî an jî karesat- HALİT ERMİŞ
11 sibat, 2022   01:51

Ji ber hikumeta Şamê ji bo çareserkirina qeyranê gav navêje û bertekên gel jî li hember rejimê her rojê ku derbas dibin bi awayên cuda xwe dide der. Li dijî ferzkirina rêveberiya Şamê, ku hewl dide rêbaza dîlgirtinê ya ku li Dera pêk anî li tevahî Sûriyê belav bike, berteka xelkê Siwêdayê rojên dawî de bi girseyî xwe didin der.

Pêşbîniya ku di demeke kin de mirov li bendê bimîne rewş li Sûriyê aram bibe pir zehmet e. Ji ber ku rewşa Suriyê tevî Iraqê birîna herî zêde xwînrêj a heremê ye. Tevî ku di hundir de şer, koçberî û karesateke giştî tê jiyîn û kesên desthilata welat di destê xwe de digre ji gotinên xwe nayên xwarê û rejim xwe naguhere. Di statukoya navendî de israrkirin dawî li Sadam anîbû. Ji wê rojê heya roja me ya îro  li Iraqê xwîn diherike.

Gelo wê axiriya rejîma Baas a Iraqê li Sûriyê jî pêk were yan wê rejîma Baas a Sûriyê dest ji navendîparezî, zordarî û siyaseta ku her tiştî ji bo statukoyê xwe dike qurban berde û ji hêla guhertinê ve gav bavêje? Dema mirov ewqas şer û hilweşîna ku di nava Sûriyê rû dan û li siyaseta rejîma Baas dinêre, ev guhertin pir dûr xuya dike.

İsrara rejîma Baas a li ser desthilatdariya navenda Şamê û weke ku daxwaza gel tune digre dest dinêre mirov dibîne ku ji başûr heya bakur, ji rojhilat heya rojava tevahî welat wêran kir. Hikumeta Şamê tevî êrişên komên çete, destwerdanên derve û şerê navxweyî ya 10 salan, daxwaza demokratîkbûn a gel jinedîtî ve tê û her rojê ku derbas dibin weke ku di welat de qeyranên nû bi zanebûn gûr dike dixwiyê.

Ji hêla hikumeta Şamê ve di rewşa heyî de bêparbûna ji hêza xwe yê cewherî û vîna xwe ve bêçaretiya herî esasî û gor rastiya vê rewşê de pêşiya gav avêtina pêwîst a li ser çareseriya qeyranê û demokratîbûna welat de astengiya esasî ye. Şam ji bilî polîtîkayên bi hêzbûna navendî ya di ser Moskow û Tehranê re hema hema ne xwedî lêgerîna tu rêbazekê ye. Ji ber ku vê nake û wek tê nirxandin tevahî daxwazên wî yê pêş dikevin girêdayî piştgiriya derve ye, di welat de alozî derdixe û qeyranê kur dike.

Nexwe Şam bi xwe jî ne di ferqê de ye ku bi piştgiriya ji derve digre ve li ser piyan dimîne. An hayil jê be ew rewş dê wî bibe kuderê, çawa welat bê pêşeroj dihêle û dibe karesatan ne di ferqê de ye.

Dibe ku tevî rewş wisa ye, ji ber fikarê wî yê civak û gel tuneye û ji bo wî beriya her tiştî kursiya desthilatdarî heye. Ew dibêje çi dibe bila bibe lê bila ev kursî di deste min de bimîne. Armanca wê ya sereke ev e. Ji ber vê yekê rewşa heyî rûxmî ku wê dibe karesatan jî gav paş de navêje.

Ji bo gelê Sûriyê siyaseteke li gor Moskow û Tehranê ne çareseriyeke rast e. Berovajî, her tişt li gor berjewendiya wan navendan kirin, dê ji bo gelê Sûriyê hîn zêde êş, zordarî û şîdetê bîne û gel li dijî rejîma Baasê bertek bigre. Rejim vê nabîne û naxwaze bibîne.

Di rojên dawî de daxwaza gelê Suwêdaye ya bawermendên Durzî ya hem li ser esasê demokratîkbûn  hem jî başkirina aborî ne rewşeke wisa ye ku hikumeta Şamê ji nedîtî ve were. Siyaseta ku ji bilî suikast, revandin, nerazîbûna civakê û nediyariya siyasetê wêdetir tiştek nayîne li Derayê ferz dike, ne gengaze ku li Suwêda, Reqa, Dêrazor û ti cihê welatê de encam bigre.

Li Suwêdayê pir zêde leşker şandin, dorpêçkirin, zextê lê kirin, rewşa aborî hîn zêde zehmet kirin, elektîrk qut kirin tenê wê bibe sedema ku pirsgirêkan hîn zêde kur bibin. Nêzîkatî û kiryarên bi vî rengî mantalîteya rêveberî ya hikumata Şamê, çavkaniya pirsgirêkên ku tên jiyîn li ku dibîne û nîşan dide ku qaşo ji bo çareseriyê rê û rêbazên bi çi awayî pêş de dibîne û eşkereye ku mirov nikare jê re bibêje rêyên çareseriyê. Ew zihniyet û kiryar wê tenê pirsgirêkan bîne astê ku nikarin ji nav derbikevin û di encamê de bipejirîne û nepejirîne jî riya ku wê wî tune bike bi destê xwe ava bike.

Daxwaza bingehîn a gelê Suwêda an jî Dera, Reqa, Dêrazor û tevahî gelê heremê ya pergala ku xwe bi xwe rêvebirinê esas digre û demokrasiya raste rast e. Desthilata Şamê pirsgirêkê rast pênase nake. Heta bi lez ji vê direve.

Pirsgirêka Suwêda an jî bajareke ne tenê aborî ye. Sûriye him di aliyê petrolê de û him jî di aliyê zîreetê de welateke pir dewlemend e. Pir bi hêsanî dikare xelkê xwe xwedî bike û standardên jiyanê dikare derxe ser tevahî cihanê.

Lê belê pênaseya pirsgirêkê şaş datînîn holê û sedema sereke ya bêçareseriyê wisa li holê dimîne. Desthilata Şamê ku bi piştgiriya derve li ser piyan dimîne pêwîste dest ji bi awayeke îronîk heman tiştî ve tewanbarkirina gel û hêzên demokrasî berde, di wateyeke rast de divê guhertina pergalê pêk bîne.

Ger desthilata Şamê wê bike, hem destwerdana hêzên derve û siyaseta berjewendîparêz ku ser Sûriyê didin meşandin û hem rewşa dagirkeriya heyî û hem jî gengaze ku ji rêxistinên mîna DAIŞ/Nusra hemû rêxistinên çeteyan xwe rizgar bike.

Ger ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nasbike û pê re têkilî deyne di vî warî de dê bibe siyaseta herî rast û bide qezenckirin e. Rewşeke bi vî rengî hinceta desthilata Şamê ya destwerdana giştî ya hêzên derve jî ji holê rabike.

Nexwe yê rast; siyaseta heyî ya hikumata Şamê di nava welat de zêdebûna rêxistinên çete û zemîneke ji bo êrişan ava dike, dewleta Tirk jî bi xwedîkirina wan çeteyan dagirkeriya xwe didomîne û timî heremê di nava aloziyê de digre û dibe sedema ku hêzên derve ser Sûriyê timî hegemonyayê xwe bimeşînin. Lê belê hikumeta Şamê wek sedama wan rastiyan siyasetê ku dide meşandin nabîne. Ji ber vê timî ji daxwaza civakê ya demokratîkbûnê re dijminahî dike. Dema wek dijmin lê dinêre zext, şîdet û teslîmgirtinê weke rêbaza esasî dibîne.

Timî suikast, revandin, birçîbûn, tunebûn û di qeyranê de mayîna Derayê ne daxwaz û tercîha gel e. Xeta Idlîbê, Efrînê, Cerablûs û Babê û xeta Girê Spî û Serêkaniyê di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye; dizî, revandin, kuştin, tacîz û tecawiz ne daxwaza gel e. Encex qasî rewşa ku encama siyaseta Osmanî û dagirkeriya dewleta Tirk a mêtinger û faşîst pêşdikeve û ew encam, kiryar û siyasetên desthilatparêz, nijadperest, partîparêz a teng, gel tenê weke obje dibîne û rastiyan dibîne lê ji bo pêşî bigre nikare guhertinên pêwîst biafirîne ye.

Weke encam, hikumeta Şamê di xaçerêya girîng de ye. An guh bide daxwaza gel û rasteqîn gavên demokratîkbûnê bavêje, derbasî pergala demokratîk a rasterast bibe an jî di serî de dewleta Tirk, hêzên ku berjewendiyên xwe hene mîna çeteyên DAIŞ/Nusra û tevahî rêxistinên çeteyan kar bîne û timî bin êrişên wan hêzan de lawaz bibe û rastî çarenûsa Saddam were.

ANHA