Şehîdê Pêngava Gurzê Gelan Mistefa Elo bi merasîmekê hate veşartin

Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mistefa Elo (Mistefa Kobanê) ê di Pêngava Gurzê Gelan de şehîd bû, bi merasîmekê li goristana Şehîd Dîcle hate veşartin.

Şehîdê Pêngava Gurzê Gelan Mistefa Elo bi merasîmekê hate veşartin
Şehîdê Pêngava Gurzê Gelan Mistefa Elo bi merasîmekê hate veşartin
Şehîdê Pêngava Gurzê Gelan Mistefa Elo bi merasîmekê hate veşartin
Şehîdê Pêngava Gurzê Gelan Mistefa Elo bi merasîmekê hate veşartin
Şehîdê Pêngava Gurzê Gelan Mistefa Elo bi merasîmekê hate veşartin
Şehîdê Pêngava Gurzê Gelan Mistefa Elo bi merasîmekê hate veşartin
Şehîdê Pêngava Gurzê Gelan Mistefa Elo bi merasîmekê hate veşartin
Şehîdê Pêngava Gurzê Gelan Mistefa Elo bi merasîmekê hate veşartin
Şehîdê Pêngava Gurzê Gelan Mistefa Elo bi merasîmekê hate veşartin
10 sibat, 2022   15:06
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mistefa Elo (Mistefa Kobanê) ê ku di Pêngava Gurzê Gelan a bersivdayîna êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgeha Sînaayê de şehîd bûbû, li goristana Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê partin axê.

Di merasîmê oxirkirinê de Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim axivî û banga parastina destkeftiyên şehîdan kir.

Şervan Muslim diyar kir ku dijmin şerê taybet li dijî şêniyên herêmê dimeşîne û bang li şêniyan kir ku hişyar bin û nekevin xefka dijmin.

Endama Koordîneya Kongra Star a Herêma Firat Majide Hesûn da zanîn ku dijmin bi rêya planan hewl dide projeya neteweya demokratîk têk bibe û got: "Gelê herêmê bi hevgirtina xwe wê li hemberî van planan bisekine, projeya neteweya demokratîk pêş bixîne û serkftinê misoger bike."

Piştî ku wesîqeya şehadetê ya şehîd Mistefa Elo hat xwendin û radestî malbata wî bû.

Cenazeyê şehîd di nava diruşme û tilîliyên dayikan hate veşartin.

(dm)

ANHA