3`yemîn Konferansa Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Cizîrê dest pê kir

3`yemîn Konferansa Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Cizîrê bi dirûşma "Pêkanîna Edaleta Civakî, Misogeriya Istiqrara Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e" li hola Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li Qamişlo dest pê kir.

3`yemîn Konferansa Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Cizîrê dest pê kir
10 sibat, 2022   10:08
QAMIŞLO

Di 3`yemîn Konferansa Meclisa Edaleta Civakî li herêma Cizîrê de nêzî 300 delege, nûnerên Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongra Star, Meclisa Sûriya Demokratîk, saziyên sivîl û yên civakî, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, beşdar bûn.

Tê payîn ku perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên li ser girîngiya edaleta civakî, rapora rêxistinî ya 3 salên dawî ya meclisê werin xwendin û nîqaşkirin. Her wiha dê hevserokatiya nû ya Meclisa Edaleta Civakî li herêma Cizîrê û endamên Meclisa Giştî werin hilbijartin û daxuyaniya dawî were dayîn.

Di destpêka konferansê de hevseroka Meclisa Edaleta Civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rîma Berakat bixêrhatina beşdaran kir û got: "Em îro bi armanca nirxandina xebatên saziyên edaletê yên 3 salan û nêrîn, raman, pêşniyar û dîtina çareseriyan ji bo pêşxistina sîstema edaleta civakî û misogerkirina istiqrara saziya edaletê, dicivin."          

Rîma piştrast kir ku qonaxa niha ya ku herêm tê re derbas dibe gelekî girîng e û got: "Ev qonax li ser astên siyasîû ewlehî gelek girêk e bi taybet ku em bi hovantirîn hêzên terorê û DAIŞ`ê û êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê re rû bi rû ne. Dewleta Tirk armanc dike projeya Rêveberiya Xweser û destkeftiyên demokratîk, jiyana hevbeş û biratiya gelan têk bibe."

Rîma Berakat wiha dom kir: "Di vê qonaxê de, divê em bêtir bixebitin da ku bingehên saxlem ên saziyên edaleta civakî deynin da ku mafên endamên civakê biparêzin, sûcan tune bikin û sedemên wan sûcan çareser bikin û edaletê pêk bînin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 30'ê Mijdarê 2018'an de li navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li bajarokê Rimêlan 2`yemîn Konferansa Meclisa Edaleta civakî ya herêma Cizîrê bi dirûşma "Heqîqet Armanca Me Ye û Edalet Rêya Me Ye" hate lidarxistin û tê de 27 endaman ji bo rêveberiya Meclisa Edaleta Civakî hatin hilbijartin.

(dx)

 

ANHA