Serokwezîrê Lîbyayê El-Debîbe ji hewldaneke kuştinê filitî

Çavkaniyên nêzî serokwezîrê Lîbyayê Ebdulhemîd El-Debîbe diyar kir ku vê sibehê kesên nenas gule li erebeya El-Debîbe berandiye. Çavkaniyan diyar kir ku ev hewldaneke diyar e ji bo kuştina El-Debîbe ye.

Serokwezîrê Lîbyayê El-Debîbe ji hewldaneke kuştinê filitî
10 sibat, 2022   09:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnemaya El-Beyan ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî ku nexwest navê xwe eşkere bike, anî ziman ku dema ev bûyer pêk hatî, El-Debîbe vedigerî mala xwe. Her wiha destnîşan kir ku bûyer ji dozgerê giştî re hatiye veguhestin da ku dest bi lêpirsînê bike.

Piştî bûyerê, wesayîtên leşkerî û zirxî li Terablusê û taxa El-Endelus geriyan.

Li gorî raporan, heta niha kesên bûyer pêk anîne nehatine girtin û nehatine zanîn bê kî ne.

El-Debîbe di Adarê de bû serokê hikumeta Wihde El-Wataniye ku armanca wê bi awayekî demkî kar bike heta ku hilbiajrtin di Kanûnê de li dar kevin.

(dm)