Rojnameyên erebî: Hişyariyên parçebûna partiyên kurd li Iraqê

Rojnameyên erebî têkildarî xwepêşandanên li başûrê Sûriyê, hilbijartinên Iraqê û kar û barên Lîbyayê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Hişyariyên parçebûna partiyên kurd li Iraqê
Rojnameyên erebî: Hişyariyên parçebûna partiyên kurd li Iraqê
Rojnameyên erebî: Hişyariyên parçebûna partiyên kurd li Iraqê
10 sibat, 2022   08:54
NAVENDA NÛÇEYAN

`XWEPÊŞANDÊRÊN LI SWEYDAYÊ PARASTINA XWEPÊŞANDANÊN XWE YÊN AŞTIYANE DIKIN`

Girêdayî rojeva Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Xwepêşandanên li Sweydayê li başûrê Sûriyê li dijî biryarên hikumeta Şamê, bihabûnê û nebaşbûna rewşên jiyanî û ewlehiyê didomin. Xwepêşandêr teqez dikin ku ji ber xizantiyê û piştî biryara hikumeta Şamê ku beşeke mezin a gelê Sûriyê ji alîkariyê bê par hiştin, xwepêşandanan li dar dixin.

Mudirê edîtoriya tora El-Rasid a xwecih a li Sweydayê got: “Hikumeta Şamê duh sewqiyatên leşkerî anîn herêmê. Rejîma Sûriyê her tim di qadên navneteweyî de xwe wek parêzvanê kêmneteweyan û şerkerê fikrê tundrew li Sûriyê nîşan dide. Ev yek rejîma Sûriyê ji daîreya bikaranîna çek li dijî kêmneteweyan dûr digire. Her wiha hewl dide da ku destwerdana leşkerî û ewlehî bi protestoyên zindî re nebe, da ku protesto nekeve nav çiraveke din, di nava rewşa kelandî ya kolanê de, da ku wan di çarçoveya daxwazên ku bi diyalogê werin çareserkirin de bihêle.”

Çavkaniyên xwecih ji Sweydayê got: “Piraniya beşên civakê; mêr, jin û ciwan bi awayekî aştiyane tev li xwepêşandanan bûn. Ruxmî ku komên çekdar ên xwecih gelek in û piştgiriyê didin biryarên taîfeyê bi taybet ên têkildarî rewşa jiyanî û aboriyê û zulmê lê sazûmaniyên wê di xwepêşandanan de tune bûn, endamên wê bê çek û bê sîfat tev li xwepêşandanan bûn.”

`LI PÊŞIYA PDK ÛYNK`Ê FIRSENDEKE LIHEVKIRINÊ HEYE`

Der barê hilbijartinên li Iraqê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Siyasetmedarên kurd diyar kirin ku derengxistina hilbijartinên serokatiyê li Iraqê rê li pêşiya her du partiyên mezin ên kurd vekirin ku li ser namzetekî li hev bikin. Lê hişyarî dan ku siyaseta hişkkirinê di navbera her du aliyan de dê aloziyên dîtir derxe û dê bandor li Başûrê Kurdistanê bike.

Parlamentoya Iraqê ji ber nakokiya li ser namzetê PDK`ê Hoşyar Zêbarî roja duşema borî nekarî civîna xwe li dar bixe û derî li pêşiya namzetiya serokkomariyê ji nû ve vekir.

Cîgirê serokê bloka Yekitiya Nîştimanî ya parlamentoya Iraqê Mela Kerîm Şekûr ragihand ku nakokiya li ser serokkomariyê ya di navbera her du partiyên mezin ên kurd de bandor lli hevbendiya stratejîk a di navbera wan de nake. Her wiha îşaret pê kir ku firsendek heye ku her du partî li ser vê yekê li hev bikin û nakokiyên heyî çareser bikin.

Li gorî çavdêran, dibe ku Şepêla El-Sadrî fişarê li PDK`ê bike ji bo bi YNK`ê re li hev bike.”

`PARLAMENTOYA LÎBYAYÎ ÎRO SEROKEK JI BO HIKUMETÊ DIYAR DIKE`

Girêdayî rewşa Lîbyayê, rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Endamên parlamentoyê îro dê hikumeta nû diyar bikin. Li aliyekî din serokê hikumeta heyî Ebdulhemîd El-Debîbe bang li alîgirên xwe kir ku dakevin kolanan ji bo rewabûna hikumeta wî biparêzin. Her wiha teqez kir ku ew dev ji erka xwe bernade heta ku hilbijartinê lidar kevin.

Têkiliya di navbera Parlamentoyê û serokê hikumetê de derbasî pêvajoiya nakokiyan bû. Li gorî çavdêran ev pêvajo l ser xeta aştiyê û istiqrara li welêt xeteriyeke cidî ye. Her wiha diyar kirin ku nakokiya bê dê di navbera El-Debîbe û serokê hikumeta bê de di çarçoveya pêşbaziya rewabûnê de be.”

(şx)