Jinên ciwan ên herêma Efrînê Komploya 15’ê Şibatê şermezar kir

Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê, li Şehbayê îro Komploya 15’ê Şibatê şermezar kir û banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kir.

Jinên ciwan ên herêma Efrînê Komploya 15’ê Şibatê şermezar kir
Jinên ciwan ên herêma Efrînê Komploya 15’ê Şibatê şermezar kir
Jinên ciwan ên herêma Efrînê Komploya 15’ê Şibatê şermezar kir
Jinên ciwan ên herêma Efrînê Komploya 15’ê Şibatê şermezar kir
Jinên ciwan ên herêma Efrînê Komploya 15’ê Şibatê şermezar kir
9 sibat, 2022   14:05
ŞEHBA

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan, îro ji gundê Miratê yê navçeya Ehdas a kantona Şehbayê bi meşekê Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan Evîn Elî di çalakiyê de daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Armanca koplogeran a dîlgirtina rêber Apo û xistina wî di girava Îmraliyê de, pir berbiçav û xuya ye ku xwestin di şexsê rêber Apo de, di serî de tevgera PKK têk bibin, vîn û îradeya ku rêber Apo di nava gelan de çandiye, tune bikin.

Lê belê hêzên navneteweyî û faşîst nizanîn ku bi derketina fikir û felsefeya rêber Apo re bi milyonan gel ji xewa giran şiyar bûn û her wiha PKK bû hêviya gelan.

Ji ber ku komplogeran bi girtina rêber Apo negihaştin armanca xwe, ji ber ku rast e rêber Apo bi fîzîkî hat girtin, lê di fikir de her azad maye.

Em jî wek Yekitiya Jinên Ciwan ên ku pêşengiya vê şoreşê dikin, heya dawiyê hêz û piştgiriyê didin hemleya “Dem Dema Azadiyê ye” ji bo têkbirina Komploya Navneteweyî ya li ser rêber Apo, em ê wek jinên ciwan bibin fîşekek ji agir û li dilê dijmin bikevin.

Heya em rêber Apo bi awayê fizikî azad bikin, em ê her tim li qadan bin.

Li ser vê esasê em bang li tevahî jinên ciwan dikin ku li hember dagirkeriya dewleta Tirk serî hildin û em dibêjin ji bo azadiya rêber Apo tolhildan, tolhildan, tolhildan.”