'Dewleta Tirk tu carî nikare cewhera Efrînê bide guhartin'

Şêniyên Efrînê da zanîn ku dewleta Tirk ji rêxistinbûna di hundir Efrînê de ditirsiya ji ber vê yekê êrişî Efrînê kir, dagir kir  û dest bi guhartina demografîk kir. Şêniyan gotin: "Dewleta Tirk tu carî  nikare cewhera Efrînê bide guhartin."

'Dewleta Tirk tu carî nikare cewhera Efrînê bide guhartin'
9 sibat, 2022   12:24
ŞEHBA

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di encamên êrişên hovane û qirkirinê de kantona Efrînê di 2018'an de dagir kir û piraniya niştecihên wê da koçberkirin. Piştî dagirkirinê dest bi guhartina demografîk kir û malbatên çeteyan li şûna niştecihên wê yên resen bi cih kir.

Dewleta Tirk bi alîkariyên rêxistinên ji Qeter û Kiwêtê avahiyên mêtîngeriyê li Efrînê ava dike da ku kesên biyanî û malbatên çeteyan tê de bi cih bike

Derbara vê mijarê de şêniyên Efrînê helwesta xwe ji ANHA'yê re nîşan dan.

Şêniyê bi navê Cemal Îbrahîm got: "Li Efrînê binpêkirin li dijî her kesî, li dijî jin û zarok têne kirin. Li ser xaka Efrînê guhertin tê çêkirin. Dewleta Tirk bi alîkariya Qeterê gelek avahiyên mêtîngeriyê ava kirin."

Îbrahîm anî ziman ku dewleta Tirk ji rêxistinbûyîna di hundirê Efrînê de ditirsiya ji ber vê yekê êriş kir û dagir kir û dest bi guhertina demografîk kir da ku gelê Kurd tune bike.

Şêniya bi navê Fatma Şêxo jî got, " Dewleta Tirk bi binpêkirinên ku di Efrînê de dike tu carî nikare hêz û berxwedaniya me têk bibe."

Fatmê Şêxo da zanîn ku " Ev bû çar sal in em li Şehbayê di kampan de berxwedaniyê dikin û heya ku em vedigerin li ser xaka xwe em ê her tim berxwedaniyê bikin û welatê xwe ji nû ve ava bikin."

Şêniya bi navê Hêza Birîmo jî wiha got: " Dewleta Tirk bi alîkariya Qeterê û bi rêya guhartina demografîk û avakirina avahiyên mêtîngeriyê dixweze cewherê Efrînê bide guhartin. Lê dewleta Tirk tu carî nikare cewhera Efrînê bide guhartin ji ber ku em xwedî dîrokek kevnare in."

Hêza Birîmo di dawiyê de got " Tu carî axa Efrînê nayê guhartin. Efrîn yê Efrîniyan ne û gelê Efrînê wê li berxwe bide û wê bi serbilindî vegere li ser xaka xwe."  

ANHA