YPJ`ê nasnameya şehîdekê eşkere kir

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîd Nesîme Tetik (Arîn) eşkere kir û da zanîn di 31`ê Çileyê de ji ber nexweşiya penceşêrê li Qamişloyê şehîd bûye.

YPJ`ê nasnameya şehîdekê eşkere kir
YPJ`ê nasnameya şehîdekê eşkere kir
YPJ`ê nasnameya şehîdekê eşkere kir
YPJ`ê nasnameya şehîdekê eşkere kir
9 sibat, 2022   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê di daxuyaniya xwe de ev agahî dan:

“Em hevrêya xwe Arîn Bahoz bi rêzdarî bi bîr tînin û ji malbata wê re sersaxiyê dixwazin. Em careke din ji wê û hemû hevrêyên xwe yên şehîd re soza pêkanîna hedef û armancên wan didin.

Hevrêya me Arîn a bi nasnav Nesîme Tetik di pêvajoya şerê Kobanê a giran de bi rihekê neteweyî û berpirsyar tevlî YPJ’ê dibe û di 31’ê Çileyê de di encama nexwaşiya penceşêrê ya ku çend sale tedawiya wê li Qamişlo didît de, tevlî karwana şehîdan dibe.

Hevrê ya me Arîn a ku ji Cizîrê ye di nava malbateke welatparêz de bi çanda herêma Botanê a berxwedêr ve mezin dibe. Heval Arîn di zarokatiya xwe heya jiyana xwe ya şoreşgerî her di nava lêgerîna azadiyê dijî û di temenê xwe yê ciwan de di sala 2015’an dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrişê ser Kobanê dikin li hember van êrîşan ji bo axa xwe û nirxên xwe biparêze tevlî refên YPJ’ê dibe bersiva lêgerînên xwe di şoreşa Rojava dibîne. Lêgerîna xwe bi naskirin û xwe kûr kirina felsefeya birdoziya rizgariya jin pênase dike. Coş û kelecana xwe ya jiyanê ji bîr û baweriya azadiyê digre û bi rihê hevaltiyê milîtaniya jin dixemilîne. Ji bo azadiya jin, welat û ax bi heskirina azadiyê tekoşîn kiriye. Her kêliya jiyana xwe bi eşqa welatek azad têkoşîn daye meşandin. Ji bo hevalên derdora xwe jî bûye çavkaniya jîna azad.

Di heman demê de rêhevala me Arîn bi fereseta jîna azad a netewa demokratîk di pêngavên rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê de cihê xwe girtiye. Bi taybet pêngava rizgarkirina bajarê Minbicê bi hewar jin û gelê Minbicê ve diçe û heya rizgarkirina bajar bi tevlîbûnek bê hempa tekoşîn dike li hember hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê. Weke jinek azadîxwaz bi heskirina xwe ya azadiya jin û xaka bakûr û Rojhilatê Suriyê berê xwe dide bajarê Reqa bi hewara jin û keçên Êzîdî ve diçe ta ku rizgarkirina bajarê Reqayê.

Di pêvajoya tedawîya nexweşiya penceşêrê didît tu caran dev ji coş û morala xwe ya jiyanê berneda. Ji bo carek din di eniyên şer de cihê xwe bigre xaka welatê xwe û gelê xwe biparêze bi xwestek û bi israr tev li jiyanê bû. Heta kêliya jiyana xwe ya dawî jî bi vê hêvî û baweriyê jiyan kir.

Wek Yekîneyên Parastina Jin, em careke din ji malbata bi nirx a hevrê Arîn re sersaxiyê dixwazin. Em ji hemû malbatên şehîdan re soz didin ku wê tola şehîdên me li erdê nemîne. Em ê bi rihê berxwedêr ê hevrê Arîn xwedî erkên demê derkevin û em ê girêdana xwe a bi şehîdên xwe re bi misogerkirina azadiyê ve diyar bikin.

Nasnav: Arîn Bahoz
Nav û Paşnav: Nesîme Tetîk
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Osman
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Cih û Dîroka Şehadete: Qamişlo, 31 Çile 2022”