​​​​​​​HPG`ê bîlançoya êrişên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê eşkere kir

HPG'ê bîlançoya êrişên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker ên di navbera 31'ê Çileyê û 8'ê Sibatê de yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê eşkere kir.

​​​​​​​HPG`ê bîlançoya êrişên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê eşkere kir
9 sibat, 2022   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ev agahî dan:

“31’ê Çileyê saet di navbera 19:10-19:50'an de li herêma Avaşînê helîkopter li ser qada Basyayê geriyan. Di heman demê de qada Werxelê bi helîkopterên êrişê hate bombekirin.

1'ê Sibatê saet di navbera 19:10-22:30'an de li herêma Avaşînê helîkopter li ser qada Mervanosê geriyan.

2'yê Sibatê saet di navbera 12:10-12:30'î de l herêma Garê bi balafirên şer bombe li gundê Şêranê hate barandin.

5'ê Sibatê saet di navbera 10:00-10:30'î de li herêma Garê gundên Gûzê, Yekmalê, Ergenê, Bilmendê, Şiyê 9 caran û qada Kafya jî 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

5'ê Sibatê saet di navbera 10:00-10:15'an de li herêma Zapê derdora gundên Gundê Fileha, Girê Bahara û Gundê Sergelê 3 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

8'ê Sibatê saet di navbera 10:00-12:20'î de li herêma Xakurkê derdora Çemê Lolanê 4 caran, li herêma Goşînê qadên Girê Roste û Girê Bizina 8 caran bi balafirên şer hatin bombekirin."