Li asîmanê Mexmûrê balafireke nenas digere

Li asîmanê kampa Mexmûrê balafirek digere ku nayê zanîn ka ya kîjan dewletê ye.

Li asîmanê Mexmûrê balafireke nenas digere
9 sibat, 2022   09:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafireke ku nayê zanîn a kîjan welatî ye, ji danê sibê ve li asîmanê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) digere.

Balafir tenê li ser wargehê digere û bi dumanê nîşana girover çêdike. Liv û tevgera balafirê li ser wargehê balkêş û bi guman e.

Hêjayî gotinê ye ku di rojên dawîn de liv û tevgerek zêde ya balafirên keşfê li ser wargehê heye.

Herî dawî balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di 1’ê Sibatê de kampa Mexmûrê bombebaran kiribû.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê, di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî şehîd bûbûn û bi dehan şênî jî birîndar bûbûn.