Xwepêşandanên li başûrê Sûriyê berdewam in

Ev 4 roj e xwepêşandan li Siweydayê berdewam in. Li aliyekî din hikumeta Şamê sewqiyatên leşkerî anîn herêmê.

Xwepêşandanên li başûrê Sûriyê berdewam in
9 sibat, 2022   09:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku şêniyan li gundê Micadel rêya ber bi bajêr ve girt. Şêniyên bajarokê Nemra jî hemû rê girtin û tenê rê dan ku xwendekar, mamoste û karkerên xizmetên awarte derbas bibin.

Li aliyekî din SOHR`ê diyar kir ku duh bi şev sewqiyatên hikumeta Şamê gihaştin bajêr.

Beriya 3 rojan şêniyên bajarê Siweydayê yê li başûrê Sûriyê li dijî biryarên hikumeta Şamê ku beşeke mezin a şêniyan ji alîkariyê bê par hiştin, xwepêşandan li dar xistin.

Ev xwepêşandan belav bûn û banga hilweşandina rejîma Beşar El-Esed û pêkanîna biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254’an hat kirin.

(şx)