Rojnameyên erebî: Xwepêşandanên li Sweydayê didomin

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî xwepêşandanên li başûrê Sûriyê, kar û barên Lîbya û Sûdanê nivîsandin

Rojnameyên erebî: Xwepêşandanên li Sweydayê didomin
9 sibat, 2022   09:01
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ŞAM SOZ DA ŞÊNIYÊN SWEYDAYÊ KU REWŞA LI WIR ARAM BIBE’

Girêdayî rojeva Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Hikumeta Şamê ji bo ku xwepêşandanên li Sweydayê rawestîne, gelek soz dan.

Beriya 3 rojan li dijî biryarên hikumeta Şamê ku beşeke mezin a şêniyên Sûriyê ji alîkariyê bê par hiştin, xwepêşendan li Sweydayê li dar ketin. Ev xwepêşandan hîna berdewam in. Di nav xwepêşandêran de, oldar jî hene. 

Xwepêşandêran li rojhilatê Sweydayê rê girtin, tenê rê dan ku rewşên awarte, xwendekar û karkerên xizmetên taybet derbas bibin. Li qada El-Sêr a li bajarê Sweydayê xwepêşandêran bang li şêniyan kir ku tev li xwepêşandanên roja înê bibin.

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku gelek rayedarên desthilata Sûriyê bi kesayetên olî yên Taîfeyê re axivîne û ji wan xwestiye ku rewşa li bajêr aram bikin û daxwazên xwe bînin ziman.”

‘EL-DEBÎBE XWEST HEWLDANÊN GUHERTINA HIKUMETÊ TÊK BIBE’

Der barê kar û barên Lîbyayê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Aliyên siyasî yên lîbyayî têkildarî civîna serokê hikumeta demkî Ebdulhemîd El-Debîbe bi endamên Meclisa Dewletê re gotin El-Debîbe armanc dike ku xuya bike ku parçebûnek di navbera parlamento û meclisê de ji bo guhertina hikumetê heye.

El-Debîbe di civîneke çapemeniyê de piştî hevdîtinê got Meclisa Bilind a Dewletê qebûl nake ku biryareke yekalî ji aliyê parlamentoyê ve were dayîn. Her wiha pêwîstiya lidarxistina hilbijartinan destnîşan kir.

Lê gumanên der barê hewldana El-Debîbe de, piştî tevlêbûna Xalid El-Muşrî serokê Meclisa  Dewletê di civîna El-Debîbe de ya bi serokê meclisa serokatiya Mihemed El-Menfî û serokê Banka Navendî El-Sadîq El-Kebîr re zêde bûn. Civînê gelek peyam dan ku hikumeta nû pêk nayê. Çavdêran jî destnîşan kir ku tevlêbûna El-Muşrî di civînê de ji bo ku zext li parlamentoyê bê kirin bû.”

‘EŞKEREKIRINA LÎSTEYA XWEPÊŞANDANAN LI SÛDANÊ BANDOR LI DARIZANDINA EL-BEŞÎR KIR’

Di kar û barên Sûdanê de rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Eşkerekirina lîsteya lidarxistina xewpêşandanan li Sûdanê ji aliyê komîteyên bexwedanê ve, bandor li darizandina Omer El-Beşîr û 2 hevkarên wî di doza derbeya sala 1989`an de kir. Diyarkirina dema celseya bê di navbera dadgehê û desteyên parastinê û serdozgeriyê de pirsgirêk çêkir ku celse hemwextî lidarxistina xwepêşandanan e. 

Dadgerê dozê, celseya darizandinê ji ber nebûna gelek sûcdaran heta sêşemê dereng xist. Di nav sûcdarên ne hazir de, Omer El-Beşîr hebû ku bi Koronayê ketiye û ji ber wê tev li celseyê nebûye.

Dadgerê dozê diyar kir ku heke celseya bê hemwextî lidarxistina xwepêşandanan be, dê desteyên parastin û serdozgeriyê bi dema nû ya celseyê agahdar bike.”

(şx)