Di êrişa Îsraîlê ya li nêzî Şamê de leşkerek hat kuştin

Dezgehên çapemeniyê yên hikumeta Şamê ragihand ku di êrişeke Îsraîlê ya li nêzî Şamê de leşkerek hat kuştin û 5 leşker jî birîndar bûne.

Di êrişa Îsraîlê ya li nêzî Şamê de leşkerek hat kuştin
9 sibat, 2022   07:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Îsraîlê got: “Avêtina moşekek dij-balafir ji Sûriyê ber bi Îsraîlê ve hat tesbîtkirin. Moşek li hewayê teqiya.”

Li gorî berdevkê artêşa Îsraîlê, wek bersiv, artêşa Îsraîlê gelek nuqte li Sûriyê kirine hedef. Di nav de batariyên dij-balafir, balarfirên hêzên hewayî yên Sûriyê û radarek hene.

Ajansa nûçeyan a girêdayî hikumeta Şamê eşkere kir ku di encama êrişa Îsraîlê de leşkerek hatiye kuştin û 5 leşker jî birîndar bûne.

Çavkaniyekî leşkerî ragihand ku saet di 00:56`an de artêşa Îsraîlê ji başûrê rojhilatê Beyrûtê moşek avêtin. Saet di 01:10`an de ji Colanê gelek nuqte li derdora Şamê kirin hedef.

Heman çavkaniyan diyar kir ku pergala parastinê ya hewayî gelek moşek bê bandor kirin.

 (şx)